07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku pêvajoya piştî ku Musil ji destê DAEŞa rêxistina terorê paş ve hat sitandin gelekî girîng e û got ku "Ji bo ku gel ji dahatûya xwe ewle bin û heman felaket car din neqewimin divê bergiriyên mezin bên girtin."
Ji ser malpera fermî ya HKIyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat diyarkirin ku Barzanî bi 36 serqonsolos û nûnerên welêtan ên li herêma Kurdistanê re hat bal hev û li ser mijarên têkoşîna bi DAEŞa rêxistina terorê, rewşa penaberan, referanduma serxwebûnê ya muxtemel, qeyrana aborî û ewlehiyê ya li herêmê sekinî.
Di daxuyaniyê de cî dan van nêrînên Barzanî: "Gelê li herêmê bi rastî jî ji heyameke gelekî dijwar derbas dibe. Pêvajoya piştî ku Musil ji destê DAEŞa rêxistina terorê paş ve hat sitandin gelekî girîng e. Ji bo ku gel ji dahatûya xwe ewle bin û heman felaket car din neqewimin divê bergiriyên mezin bên girtin."
- "Em bi israr in ku referandum bê kirin"
Barzanî destnîşan kir ku divê gelê herêmê bi xwe biryara dahatûya xwe bide û nirxandina "Li gor me ji bo ku gelên li herêmê dahatûya xwe bi xwe diyar bikin divê referandûmek bê kirin û vê derfetê bidin wan û her kes jî divê hemberî encama ku dê derkeve rêz bigire. Em di mijara kirina referandumê de bi israr in ji ber ku divê dinya bizane ka gelê Kurdistanê çi dixwaze û dê der barê dahatûya xwe de biryareke çawa bide. Referanduma ku dê îradeya gelê Kurdistanê bixe meriyetê jî dê di atmosfereke musaîd, aştiyane û ji şîdetê dûr de pêk bê."
Barzanî li ser mijara têkoşîna bi terorê re jî sekinî û bi bîr xist ku rêxistin ji bo hemû dinyayê xetereyek e û şîroveya "Pirsgirêkên di navbera welatan de divê bu mijara terorê neyê tevîhevkirin û divê tenê li ser jiholêrakirina vê xetereyê bisekinin."
- Pirsgirêkên di navbera Hewlêr-Bexdayê de
Barzanî di beşeke din a hevdîtinê de li ser nedayîna budçeyê û mehaneyên karmendan a ku ji ber îxracata neftê di navbera Hewlêr û Bexdayê de derket sekinî û wiha axivî: "Herêma Kurdistanê dê bi kabîneya hikûmetê ya navendî ya nû re jî diyalog û hevdîtinê berdewam bikin. Ji bo ku pirsgirêk û rageşî ji holê bên rakirin, têkiliyên ewlehiyê bên pêkanîn û bi hev re bijîn divê bi rêya aştiyane û diyalogê peymaneke nû bê kirin an jî parvekirineke hevpar û rastîn çêbe. Divê êdî destûr neyê dayîn ku neheqî û felaket çêbin."
Barzanî li ser qeyrana siyasî ya li Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî ya navxweyî jî sekinî û destnşan kir ku pirsgirêk gelek kûr û mezhebî nînin û got ku "Pirsgirêk bi temamî ji nelihevkirina siyasî derdikevin û dikarin bên çareserkirin. Em dê bi partiyên siyasî yên li herêmê re ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê teşebûsan bikin."
- "Divê ji pevçûna mezhebî dûr bisekinin"
Barzanî di dawiya hevdîtinê de li ser "pevçûna mezhebî" ya ku li herêmê dibe sedem ku rageşî û pevçûnên mezin derkevin jî sekinî û di vê mijarê de ev gotin:
"Mijara pevçûna mezhebî rewşekî gelekî bi xetere destnîşan dike. Di nav gelê Kurdistanê de ne pevçûna mezhebî heye ne jî gelê Kurdistanê parçeyekî vê pevçûna mezhebî ya li herêmê ye. Ji bo ku di nav gelan de aştî xurt bibe divê ji pevçûna mezhebî û hesta tolhildanê dûr bisekinin. Heke welêt li ser pevçûnên navborî israr bikin, DAEŞ xilas bibe jî dibe ku teşekuleke ji wê xeteretir derkeve holê."