05 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) Mistefa Mewludî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê derfeta kurdan heye ku di bin sîwana meclisê da siyasetê bikin, lê li Îranê derfeteke wiha ya kurdan tuneye û wiha got, "Li herêmê tevî pirsgirêka kurdan, tu problem bi rêbaza çekan nayê helkirin."
Mewludî li navçeya Koyê ya ku 60 kîlomêtro dûrî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê ye, li navenda polîtburiya PDK-Îyê der heqê rewşa kurdên Îranê û herêmê da daxuyanî da peyamnerê AAyê.
Mewludî diyar kir ku li Îranê dê di kurtedemekê da hilbijartina parlementeriyê pêk were û wiha axivî, "Ev hilbijartin bi temamî pêş da hatiye kifşkirin, reqabeteke adil a hilbijartinê tuneye. Me heta niha ji gel xwest ku bira beşdarî hilbijartinê nebin, boykot bikin. Ji bo boykotkirina hilbijartina meha pêşiya me, biryara dawîn li ber derketinê ye. Ji bo kurdan di yasa hilbijartinê ya Îranê da tu guhertin pêk nehat."
- Ji bo pirsa kurd em bi peywirdarên îranî ra hatin bal hev
Mewludî bal kişand ku baweriya wan pê heye ku pirsa kurdên Îranê tenê bi siyasetê dikare were çareserkirin û wiha pê da çû, "Li gorî me kêşeya kurdên li Îranê siyasî ye û ji bo çareseriya vê jî divê diyalog û hevdîtin li pêşiyê be. Ji sala 1945an vir de ku di vê salê da partiya me ava bûye, me timî xwest ku kêşe ne bi çekan, bi diyalogê werin çareserkirin. Lêbelê qapasiteya peywirdarên 'Komara Îslamî ya Îranê' tuneye ku vî qebûl bikin. Du sal berê em bi peywirdarên Komîsyona Siyasetê ya Konseya Ewlekariya Neteweyî hatin bal hev. Ji me pirs kirin ka em çi dixwazin, lê ji wê şûnde em qet nehatin bal hev."
- Li Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zemîneke siyasî mewcûd nîne
Mewludî bal kişand ku li Îranê helwesta dijî kurdan li gorî Tirkiyeyê pir cuda ye û wiha got, "Di bin sîwaneke sîyasî de zemîn û pergalek mewcûd nîne ku pirsgirêk bi lihevkirineke dualî werin çareserkirin."
Mewludî qala ciwanên ku li Îranê li benda idamkirinê ne jî kir û wiha xeberda, "Di destê me da pêzanîneke teqez tuneye ka par çend kes hatin idamkirin. Lêbelê hersal bi sedan girtiyên siyasî dibin sêdarê. Li welatî wiha meriv nikare bi tu awayî qala çareseriya siyasî û demokrasiyê bike."
- Em helwesta siyasî ya HDPyê fêm nakin
Mewludî bal kişand ku li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsa kurd, di hundirê siniyeke zêrîn da derfet hat ber piyê HDPyê û wiha domand, "Lê HDPyê pahnek li vê derfetê da. Ew kes gelek şaş in ku pê bawer in, pirsa kurd dê bi rêbazên dervayê siyasetê va çareser bibe. Tirkiye bi sîstema xwe va mîna welatekî Ewropayê tevdigere. Ji ber vê ciyê çareserkirina pirsê ne çiya, sîwana parlementoyê ye. Ev çawa helwesteke siyasî ye, hê jî me fêm nekiriye.