Dinya

Îranê herêmên sînor ên bajarê Hewlêra Iraqê da ber topan

Bekir Aydoğan  | 09.09.2021 - Rojanekırın : 10.09.2021
Îranê herêmên sînor ên bajarê Hewlêra Iraqê da ber topan

Arbil

Hat ragihandin ku Îranê herêmên ser sînor ên girêdayî Hewlêra bajarê Iraqê da ber topan.

Qaymeqamê Nahiyeya Sîdekanê ya Hewlêrê Îhsan Çelebî der barê bûyerê da daxuyanî da saziya weşanê ya "Kurdistan 24"ê ku navenda wê li Hewlêrê ye.

Çelebî diyar kir ku yekîneyên topavêj ên Îranê serê sibehê li herêma Sîdekanê xist.

Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê di 6ê îlonê da gotibû ji bo ku hin "grûbên terorê" yên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji holê rakin, ew ê bakurê Iraqê têxin hedef.

Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê di 8ê îlona 2018an da bi fuzeyên balîstîk li kampeke Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) xistibû. Di êrîşê da kesên payebilind jî di nav da 16 mensûbên PDK-Îyê hatibûn kuştin, nêzî 40 kesan birîndar bûbûn.

PDK-Îya ku li Hewlêrê fealiyetên xwe dike, ji aliyê Îranê va wekî rêxistina terorê tê qebûlkirin. PDK-Î piştî ku ji Îranê vekişiya, ji 1991ê vir va di kampên ku PDK û YNKyê danê da dimîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın