21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku li ber derê baregeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ya li Koyeya navçeya Hewlêrê du teqîn çêbûn, di encama teqînê de mirî û birîndar hene.
Kemal Kerîmiyê Endamê Polîtburoya PDK-Iya bin serokatiya Xalid Ezîzî de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Dema ku ji çalakiya ku ji bo pîrozbahiya rojbûna Dr. Ebdurrehman Qasimloyê ji serokên PDK-Iyê derketin derve hema li ber derî li pêy hev du teqîn çêbûn."
Kerîmî diyar kir ku hêj di destê wan de agahiyên teqez tunin ka teqîn çêawa çêbûye û wiha axivî: "Di encama du teqînan de hin hevalên me mirin û hinek jî birîndar bûn. Lê belê em nikarin ku niha der heqê jimara miriyan de agahî bidin."
Kerîmî da zanîn ku PDK-Iyiyên birîndar sewqî nexweşxaneyên li Koye û Hewlêrê kirin û got ku bergiriyên ewlehiyê yên li ber baregehê derxistin asta herî jor.
Baregeha li Koyeyê hem eskerî hem jî siyasî ye û birêvebirên PDK-Iyê û malbatên wan wir dimînin.
PDK-Iya ku mixalifê Îranê ye ev du salên dawîn in ku li aliyên nav welêt fealiyetên siyasî û eskerî dike.