03 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) Hesen Şerîfî diyar kir ciyê ku Îran gefa êrîşkirinê lê dixwe, jingeha sivîlan e û bangî gel kir ku li hemberî gefên Îranê bibin yek.
Şerîfî li Koya navçeya Hewlêrê li kampa endamên PDK-Îyê û malbatên wan civîneke çapemeniyê li dar xist.
Şerîfî destnîşan kir ciyê ku Îran gefa êrîşkirinê lê dixwe, jingeha sivîlan e û wiha got, "Îran bi tenê bi darê zorê tevdigere û îfadeyên tîj û tundiyê diemilîne.
Şerîfî bangî xelkê Herêma Kurdistanê kir ku li hemberî gefên Îranê xwe bêdeng nekin û çalakiyên girseyî li dar bixin û wiha xeberda, "Em piştevaniya destkeftiyên 20 salan ên xelkê Herêma Kurdistanê dikin. Lêbelê divê em piştevaniya têkoşîna serxwebûna kurdên li Îranê jî bikin."
Şerîfî axaftina xwe wiha domand, "Heger êrîşek biqewime, tu alî dê tiştekî bi dest nexe. Ne kurd û ne jî Komara Îslamî ya Îranê. Nexwe dê bi êrîşên tund ên hêza Pêşmergeyê me û bi berteka Herêma Kurdistanê û dinyayê ra rûbirû bibin.
- "Îdiaya em ji Erebistana Siûdî alîkariyê distînin, ne rast e"
Şerîfî di axaftina xwe da qala îdiaya li pişt fealiyetên çekdarî yên ku ji nû va li nava Îranê dest pê kirin, Erebistana Siûdî heye kir û wiha got, "Îdiayên di rojevê da rast nînin wekî ku em ji Erebistana Siûdî piştgiriyê distînin. Bizava me ji destpêkê virda ji gelê xwe piştgiriyê distîne."