30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ANKARA
Şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê PYD li herêmên di bin kontrola xwe da binpêkirina mafên mirovan ên wekî ji cih û warê wan kirina milet, mirov kuştin û girtinên kêyfî didomîne.
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Muxalif û Şoreşger ên Sûriyeyê (SMDK) bi navê "Binpêkirinên Bidestûr (Permissible Violations)" rapor weşand.
Di raporê da qala binpêkirinên mafên mirovan ên PYD/PKKya rêxistina terorê li dijî sivîlan tê kirin.
Hat gotin ku PYD/PKK li Sûriyeyê nûnertiya hemû Kurdan nake û rêxistin her çiqas li herêmê xwe wekî nûner bihesibîne jî Kurdên din ên li herêmê ji zilm û zexta rêxistinê bêzar û aciz in.
Di raporê da hat destnîşankirin li herêmê herî derfetên di destê PYD/PKKê da zêde dibin girtinên kêyfî, binpêkirinên mafên mirovan û sûîqesd tên kirin. Hat diyarkirin gelek aktîvîst û siyasetmedarên Kurd bûn qurbana sûîqesdê û rewşa siyasetmedarê Kurd Mişel Temoyê muxalif ê di sala 2011an da li bajaroka Qamişloyê di êrîşa çekdarî da kuştin, hat bibîrxistin.
Daxuyaniya Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî di raporê da wekî mînak hat dayîn û raporê da wiha hat gotin: "Bi hemû girtin û çalakiyên terorê yên PYD bi pergal disepîne tê xwestin ku li herêmên Kurdan siyaset ji holê bê rakirin û mafên giştî jî bên xespkirin."
Di raporê da ji daxuyaniya ENKSê ev beş hat dayîn: "Em wek Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê van çalakiyên PYDê bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin ku civaka navneteweyî, saziyên hiqûqê, hêzên Kurdan û welatên mezin ên li ser PYDê bitesîr in demildest ji cihê xwe rabin û nehêlin ku rêxistin vê yekê bidomîne."
Daxuyaniya HRWê ya navenda wê li New Yorkê ye jî di raporê da cih girt û hat gotin ku Ehmed Boşnaq, Amer Hemîd, Behzat Dursan, Nîdal Ehmed û Emar Badur girtî bûn yan winda bûne û yan jî hatine kuştin.
Li ser rewşa şervanên zarok ên di bin emrê rêxistinê da ne jî agahî hat dayîn û hat gotin ku zarokên ji 18 salî biçûktir jî hildidin nav xwe û çekan didin destê wan.
Serokê Meclisa Herêmî ya Tel Rifatê Mehmûd Allîto daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku nêzî 250 hezar sivîlî bi darê zorê ya PYD/PKKyê ji Tel Rifat û derdora wê koç kiriye.