Önder Beyter
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî nizim di bin sifirê da 18 pile li Agiriyê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa wê kêm ewrayî, car caran jî pir ewrayî be û herwiha li dewrûbera bakurê Erziromê û heya danê êvarê jî li Erdexanê dem demî berfê bibare.
Li herêmê germahî wê di asta demsalê da be û ba jî wê ji hêla bakur û rojavayê bakur nerm û car caran jî hinekî qewî rabe.
Li herêmê germahiya bi şev, di bin sifirê da li Agiriyê 18, li Erdexanê 17, li Qersê 15, li Erziromê 14, li Îdirê 4, li Tunceliyê 3 û li Erzinganê jî pileyek hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Tuncelî û Îdirê 7, li Erzinganê 5, di bin sifirê da li Erziromê 2, li Qersê 3, li Agiriyê 4 û li Erdexanê jî 6 pile be.
Li nava bajaran jî qalindahiya berfê li Erziromê 25, li Erdexanê 15, li Agirî û Qersê jî 10 santîmetro hat pîvan.
Rayedaran diyar kir ku li herêmê divê welatî li hemberî cemed û hişkiyê û herwisa li hemberî talûkeya şepeyê baldar û bitevdîr bin.
Li Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê li Erzinganê rêya 10, li Erziromê ya 6, li Qersê ya 3 û li Tunceliyê ya 2 bi tevahî rêya 21 gundan hat girtin.
- Li Qersê ji berfa krîstal û şembelûkan dîmeneke cuda derket holê
Sariqamûşa navçeya Qersê ku bilindahiya wê 2 hezar û 200 mêtro ye û bi berfa xwe ya krîstal navdar e, piştî ketina berfê dîmenên xweşik û cuda çêbûn.
Darên qajê yên ku bi berfê xemilîn, bi rengê spî, kesk û hêşîn va biriqîn.
Kaşûnbaz Alper Tunga Laçin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Sariqamûş her demsal xweş e û wiha got, "Em xweşikiya ku merivan ji xwe dibe, bi gotinê nayê terîfkirin, divê mirov bijî."