30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ANKARA
Sererkaniyê ragihand ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da bi tenê terorîst û stargeh, şikeft, kozik, çeper, wesayit û alavên wan hedef in, ji bo ku zirar negihîje sivîl û bêgunehan her cure hesasiyet tê nîşandan.
Sererkaniyê ragihand ev demek e ji bona meşrûiyeta Operasyona Çiqlê Zeytûnê qirêj bikin wek dezenformasyon hin weşan û xebat tên kirin û eşkere ye ku ev derew û buxtan bi destê rêxistinên terorî û alîgirên wan tên kirin.
TSK: "Hêzên me yên Esmanî muhimatên wekî napalm, kîmyayî, biyolojîk ên ji hêla hiqûq û peymanên navneteweyî va hatine qedexekirin bi kar naynin."
Artêşa Tirkiyeyê: "Avahiyên dînî, berhemên dîrokî û berateyên çandî û arkeolojîk ên li qada operasyonê bi awayekî teqez di nava hedefên me da nînin."