Hevserokê PYDya ku li Sûriyeyê li dijî DÎŞIyê şer dike Salih Mûslim der barê îdiaya dibêje ku îltica kiriye de got "Min heta îro ji tu kesî re daxwaza îlticayê negot. Ez bi pasaporta xwe ya bi vîzeya Schengenê seyehatê dikim."
Salih Mûslim ji Strasburgê hat Kopenhanga paytextê Danîmarkayê û li hêwaneke bi qasî 400 kesî hildide de bangî kurdên ku li Danîmarkayê dijîn kir.
Mûslim îdiaya dibêje ku îlticayê Fînlandiyayê kiriye derewand û wiha axivî: "Min heta niha ji tu kesî re daxwaza îlticayê nekir, bila her kes vê yekê bizane. Di bêrika min de pasaporta min heye û ez bi vîzeya Schengenê seyahatê dikim. Ez dixwazim biçim, sax bin ew jî arîkariya min dikin."
Mûslim got ku ji bo kesên ku mecbûr bimînin îlticakirin tiştekî ayb nîne û got ku heke bixwazin ez dikarim pasaporta xwe ya bi vîzekirî nîşanî her kesî bidim. Mûslimê ku bi xwe jî ji xelkê Kobanêyê ye diyar kir ku Kobanê ev du sal e ku hatiye dorpêçkirin, ceyran û ava wê ya vexwarinê hatiye birîn û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ceyrana ku ji Bendava Teşrînê û ava vexwarinê ya ku ji Firadê dihat pompekirin hat birîn, ev du sal in ku av û ceyran tune. Tu kes van nanivîse, ez dibêjim ji ber ku ez jî xelkê Kobanêyê me. Ji çiyayên Tora Boraya Efganistanê, ji Erebistana Siûdî, Tûnisê û welatên YEyê hatin û li dora Kobanêyê kom bûn û bi çekên giran êrîş dikin. Lê belê dê Kobanê nekeve destê wan. Heta niha tu kesî çek nedan me. Kurdên li Ewropayê dolaran didin, em jî pereyan didin û ji qaçaxçiyan çekan pêyda dikin. Qaçaxçî ji DÎŞIyê jî heta ber deriyê me çekan ji me re tînin. Em hewceyê çekên ku li dijî wesayîtên bizirx ên wekî tankşikênan tên bikaranîn, in. Ji ber ku di destê wan de çekên pêşketî ên DYAyê hene."
- Mijara tezkereyê
Salih Mûslim der barê tezkereya ku îro di parlementoyê de hat qebûlkirin de jî diyar kir ku heke bi niyeteke baş bê bikaranîn nabe pirsgirêk û wiha axivî: "Lê belê heke bi niyeta zirardayîna gelan bê bikaranîn dê baş nebe. Herêma tampon û hwd.. her kes tiştekî dibêje. Em dibêjin ku li Rojava birêvebiriyek heye. Em tevgerên cuda yên bêyî ku bi vê birêvebiriyê bişêwirin hatin kirin, wek dagirkeriyê dibînin û em ê li dijî derkevin."
Mûslim der heq sedemên êrîşên DÎŞIyê yên li ser wan de jî wiha got: "Me pergaleke ku baweriyên cuda, mafên jinan û zimanên zikmakî yên gelên din nas dike, ava kir. Şirketên neftê bi peymanên dehan salan neftê dixin bin kontrola xwe, li ba me neft di destê gel de ye. Ev li gor hesabên wan nebû û dewletan jî ji ber ku em pergaleke demokratîk ava dikin nedikarîn bi me re şer bikin. Ji ber vê yekê bi kujerên bipere geriyan û DÎŞIya ku tu hiqûqê nas nake dîtin."
Hevserokê PYDyê Salih Mûslim got ku li Ewropayê her ku diçe tên qebûlkirin û di Cenewre-2yê ya ku nehatibûn dawetkirin de hewl dan ku hebûna kurdan bidin qebûlkirin lê belê piştî bûyerên ku niha qewimîn El Exdar el-Îbrahîmî beriya her kesî ji me pirsî ku di Cenewre-3yê de divê çi bikin.