Haydar Şahin
21 Sibat 2019•Rojanekirin: 22 Sibat 2019
Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê û Bînyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê yê ku ziyareta xwe ya Rûsyayê betal kir bi têlefonê axivîn.
Di daxuyaniya Serwêsa Çapemeniyê ya Kremlînê da hat diyarkirin ku li ser daxwaza aliyê Îsraîlê Putîn û Netanyahu bi têlefonê axivîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku herdu serokan di axaftinê mijarên kurewî û têkiliyên dualî nirxandin û wiha hat gotin: "Herdu aliyan li ser ziyareta dibe ku Netanyahu bîstekî din bike xeberdan û fikrên xwe parve kirin."
Di xeberên li ser medyaya Îsraîlê yên do da hatibû gotin ku Netanyahu beriya derkeve rê ziyareta xwe ya Rûsyayê taloq kir.
Di îlona borî da li Sûriyeyê ÎL-20a teyareya Rûsyayê hatibû daxistin û piltî vê bûyerê cara ewil bû ku Netanyahu Rûsyayê ziyaret bike. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdia kiribû ji ber êrîşên teyareyên Îsraîlê yên li herêmê teyareya wan ket xwarê.