Esat Fırat
07 Gulan 2021•Rojanekirin: 07 Gulan 2021
Polêsê Îsraîlê li Mescîdê Eqsayê ya li herêma Bajarê Kevin ya Qudsa Rojhilat a dagirkirî êrîşî cemeatê kir.
Rayedarekî ji Weqfên Îslamî yên Qudsê yê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku polêsên Îsraîlê li Harema Şerîf bombeyê deng û xazê emiland û hewl da ku cemeatê belav bike.
Herwiha li Deriyê Sîlsîleyê ya Mescîdê Eqsayê jî polêsên Îsraîlê nehişt ku Filistînî bikevin hundir li ser vê yekê xirecir derket.
Midaxeleya polêsên Îsraîlê yên li Mescîdê Eqsayê bi taybetî bû sedem ku jin û zarok bitirsin.
Rageşiya li Mescîdê Eqsa û hawirdora wê dewam dike.