Dinya

Di meha remezanê de Kolana Îskanê ya li Hewlêrê rengîn e

Bekir Aydoğan  | 07.05.2021 - Rojanekırın : 10.05.2021
Di meha remezanê de Kolana Îskanê ya li Hewlêrê rengîn e

Arbil

 Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê li Kolana Îskanê dezgehên seyar û loqante li bi bihayekê erzan li ser kursî û maseyên piçûk xwarin û xurekê difroşin. Di meha remezanê da jî Kolana Îskanê îmkanên zêde dide gel û rengîn dibe.

Li Kolana Îskanê ya di salên 1960î da hatiye çêkirin di meha remezanê da gel şîv û paşîva xwe dike û dema xwe derbas dike.

Dema nêzî kolanê dibin qerebalixiya wesayîtan zêde dibe ber bi nîvê şevê êdî li otoparkan cî namîne.

Li seranserê kolanê bîna xwarin xurekê ji loqante û dezgehan tê. Li dezgehan fêkiyên rengrengî, avên vexwarinê, şirînahî, cil û berg tên firotin.

Li kolanê ji miffaxa dinyayê her cure xwarinên wekî goşt, kibab, tantunî, kuba, sandvîç û şirînahî hene.

Kesên xwarina xwe dixwin li çayxane û qehwexaneyên kolanê çay û qehweyê vedixwin.

Her çiqasî xurek û şirînahî li der û dorê werin dîtin jî herî zêde gulberojk bi çayê ra tên xwarin.

Hetanî hûn li berevajiyê wê tiştekî nebêjin çaya bi şekir tê pêşiya we. Ciwan û kal hetanî paşîvê dema xwe li vê derê derbas dikin.

- Kolan 24 saetan vekirî ye

Silêman Başar Emînê li kolanê sandvîçan çêdike diyar kir ku nanê xwe bi xwe dipêjin ji ber vê jî tên tercihkirin.

Emîn got li Hewlêrê gelek ciyên xwarin û xurekê hene lêbelê qerebalixî herî zêde li kolana Îskanê çêdibe.

Emîn diyar kir ku hetanî saet 03.00yê şevê kar dewam dike lêbelê 24 saetan mekan vekirî ne, her tim li vê derê meriv hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.