Li Kerkûkê malbatan biha û perwerdeya bêqelîte ya xwendingeha FETOyê perotesto kir
At Ta mim
Li Kerkûkê "Kirkuk Çag Primary School"a xwendingeha Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) ji ber bihayê zêde û perwerdeya nerind hat protestokirin.
Ji sedî zêdetir malbatên xwendekaran ji bo bertekê nîşanî bihayê zêde û perwerdeya nerind a xwendigeha FETOyê bidin li pêşiya xwendingehê kom bûn.
Bavê xwendekarekî yê nexwest navê xwe bide daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir her ku diçe asta perwerdeya xwendingehê kêm dibe hema bêje hemû malbatên xwendekaran bertekê nîşan didin.
Bavê xwendekar got ji ber nexweşiya koronayê derbasî perwerdeya ji dûr va bûn ligel vê bihayê xwendigehê nehat daxistin, hejmara dersan û pirtûkan kêm bû.
Malbatan gotin mamosteyên asta perwerdeya wan kêm anîne xwendingehê û ewê zarokên xwe ji xwendingehê hildin.
- Li Iraqê 43 xwendingeh û zanîngeheke FETOyê hene
Li Bexda û Besrayê 9, li Kerkûkê 6, li Hewlêr û Soranê 10, li Dihokê 5, li Silêmanî û Helebçeyê 13 xwendingehên FETOyê hene.
Tishk International Universiteya berê navê wê Işik bû li Hewlêr û Silêmaniyê di bin banê rêxistinê da xebatên xwe didomîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.