Nihat Kavşut
21 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Lesego Makgothiyê Wezîrê Pêwendiyên Navneteweyî û Karên Derva yê Lesotoyê li Avahiya Fermî ya Karên Derva daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş dan.
Çavuşoglu der barê mijara Minbic û rojhilatê Feratê ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê da wiha got: "Di vê pêvajoyê da piştî Minbicê wê dor were ser bajarên din. Tenê Minbic û vekişîna YPGyê ya ji Minbicê têrê nake."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser pirsa "Amerîka û Tirkiyeyê ji bona PYD/YPG vekişe rojhilatê Feratê li hev kirine yan na?" wiha axivî: "Heger li ser nexşerêya koma xebatê mutabaqat çêbe em dikarin bibêjin ku 'me li hev kiriye.' Niha tenê hişmendiyek heye."