29 Tebax 2016•Rojanekirin: 30 Tebax 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê Hemleya Mertalê Feratê ya li Cerblûsê da wiha got, "YPG, çawa ku DYAyê soz dabû û çawa ku wan bixwe daxuyandibû, divê pêşîn vekişin rojhelatê Çemê Feratê. Heger na, dê bibin hedef."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Hollandayê Bert Koenders piştî hevdîtina yek bi yek û ya di navbera heyetan da li avahiya wezaretê civîna hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Çavuşoglu rewşa dawîn a Hemleya Mertalê Feratê ya li devera Cerablûsa Sûriyê nirxand û wiha xeberda, "Armanca operasyona ku çi ji Cerablûsê, çi jî ji Efrînê ber bi rojhelat va hat destpêkirin, jinavbirina rêxistina terorê DAEŞ e. Wa ye hûn jî dibînin ku rêxistina terorê DAEŞ li hemberî qeweteke piçûk jî bajarên ku di kontrola wê da ye, diterikîne û direve."
Çavuşoglu da bibîrxistin ku Tirkiye bi salan e dibêje, "Şikandina DAEŞê tenê bi operasyonên asîmanî ne pêkan e" û wiha axivî, "Bi operasyonên bejayê yên xwedî bandor va em dikarin hem Sûriyê hem jî Iraqê ji DAEŞê paqij bikin."
Çavuşoglu axaftina xwe wiha domand:
"Li devera Minbicê ku operasyon lê tê kirin, bi piranî ereb lê dijîn û pêkhateyên vê operasyonê jî ji mirovên vê herêmê pêk tê. Divê însanên ku mecbûr man ev der terikandin, li vê derê bên bicihkirin, divê ew li vir bijîn. Lê armanca YPGyê ne ev e. YPG ciyê ku diçê, tevî kurdan hemû kesê ku wekî wê nafikire mecbûrî koçê dike, paqijiya nijadî dike. Di eslê xwe da sedema tengezariya YPG, PYD û PKKyê ya ji ber vê operasyonê ev e. Madem armanc DAEŞ e, çima xwe diqehirîne. YPG, çawa ku DYAyê soz dabû û çawa ku wan bixwe daxuyandibû, divê pêşîn vekişin rojhelatê Çemê Feratê. Heger na, dê bibin hedef. Lê erebên li Minbic û deverên din ne hedef in. Di eslê xwe da armanca me hemûyan ji vê deverê paqijkirina DAEŞê ye."