İbrahim Atmaca
2018 ж. 21 наурыз•Rojanekirin: 2018 ж. 23 наурыз
ANKARA
Şeva Rexaîbê ya ku di alema Îslamê da mizgîniya serê sê mehên e, wê îro were îdrakirin.
Qendîla Rexaîbê di êvara pêncşema ewil a meha recebê ku meha ewil a serê sê mehan e û ji bo misilmanan pir girîng e da tê îdrakirin. Ev şev wekî "şeva rehmet û mexfîretê" tê qebûlkirin.
Midûriya Giştî ya Xizmetên Dîn a Serokatiya Karûbarên Diyanetê wê ji bo Qendîla Rexaîbê çalakiyan li dar bixe.
Li Enqereyê di mizgefta Melîke Xatûnê da, li Bursayê di mizgefta Uluyê da, li Yozgatê di mizgefta Mezin (Çapanoglu), li Aydinê di mizgefta Kulliyeyê da, li Konyayê di mizgefta Haci Veyîszade, li Stenbolê di mizgefta Fatîh, Eyub Sultan û Walîdeya Cedîd da bernameyên taybet wê werin lidarxistin û di bernameyan da Qur'ana Pîroz û mewlûd wê werin xwendin.