Önder Beyter
21 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku şebekeyên fuhşê bi darê zorê û bi beramberî pere va jin û keçên Misilman ên Arakanî yên ku ji ber bûyerên tundiyê yên li Myanmarê xwe spartin Bangladeşê, kaşî nava tora fuhşê dikin.
Di nûçeya lêkolînê ya ku BBCyê tevî Weqfa Sentinel ya ku di warê îstismara zarokan da xebatan dike kir da derket holê ku jin û keçên Arakanî yên ku ji ber êrîşên artêşa Myanmarê revîn, xwe spartin Bangladeşa cîran, ketin dafika şebekeyên fuhşê.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku li bajarê Cox Bazar ku li ser sînor e û gelek penaberên Arakanî lê hene, tacirên însanan jin û keçên ku di êrîşan da ji malbatên xwe bûne û niha bêkes in, dixapînin ku ew ê li bajarên din ên Bagladeşê ji wan ra karên wekî xizmetkar, xebatkara mitbex û otêlê bibînin û wan ji kampên penaberan derdixin, dibin û paşê jî bi zorê fuhşê li ser wan ferz dikin.
Di hevpeyvînên ligel mexdûrên ku piraniya wan 13 û 17 salî ne da qurbaniyan diyar kir ku beşek ji wan hatin xapandin û ji kampên penaberan hatin derxistin û paşê jî ew rastî tundî û fuhşa bi darê zorê hatin. Beşek ji wan jî diyar kir ku ew ketin guman û şikê, lêbelê ji ber şert û mercên dijwar ên kampan û herwiha "ji ber ku şansekî wan ê din tunebû" wan serê xwe kir ber xwe û bi qedera xwe razî bûn.
Hat diyarkirin ku tacirên însanan û şebekeyên fuhşê krîza penaberan îstismar dikin.
Di nûçeyê da qurbaniya 14 salî ku navê wê yê rastîn nehat diyarkirin, destnîşan dike ku piştî malbata wê di şer da hat kuştin, wê li ser rêya Bangladeşê li alîkariyê geriya û di wê kêliyê da minîbusek li cem wê rawestiya. Qurbaniyê serhatiya xwe wiha didomîne, "Ji hundirê minîbusê jinekê destê xwe da min teklifa alîkariyê li min kir. Ji bo ku bi hêsanî sînor derbas bikim, min jî teklif qebûl kir. Lêbelê paşê du mêr hatin cem min. Ji ber ku min daxwaza wan neanî cih, bi kêrê gef li min xwarin, zikê min dan ber kulman. Paşê jî tecawizî min kirin. Min nexwest lê wan bi zorê kirin."
Qurbaniyeke din a 14 salî jî diyar dike ku li kampê jinekê bi soza peydakirina şixul va teklifa alîkariyê lê dike û wiha dewam dike, "Ez pê beled bûm bê ka wê çi were serê min. Herkesî pê dizanibû ku wê jinê fihûş dida kirin. Ew jî bi salan li vê kampê maye, me ew nas dikir. Lê çareyeke min a din tunebû. Êdî ji bo min tiştek tunebû ku li kampê bikim. Min malbata xwe wenda kiribû û perê min tunebû. Li Myanmarê ez rastî destdirêjiyê hatibûm."