Haydar Şahin
21 Nîsan 2020•Rojanekirin: 22 Nîsan 2020
Mihemed Helacê Midûrê Kordînatoriya Midaxeleyê ya Sûriyeyê ya ku xebatên koça li herêmê teqîb dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî ku operasyonên rejima Esed û piştgirên wê sekinîn û agirbest hat pêkanîn, sivîlên berê mecbûrî koç kiribûn vedigerin malên xwe.
Helac got, "Piştî agirbestê 37 hezar malbatên bi tevahî ji 185 hezarî pêk tên vegeriyan herêmên Îdlib û Helebê."
Helac bangî saziyên civaka sivîl kir ku bira alîkariyê bidin kesên vedigerin cî û warên xwe, bira sivîl jî ji bo bombeyên di ser herêmê da ketine û neteqiyane baldar bibin.
Helac got heke agirbest dewam bike gelek sivîlê vegerin cî û warên xwe.
Rewşa Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsyayê li Soçiyê ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û ji gulana 2019an vir va digel navçeyên girîng ên Îdlibê, başûr û başûrê rojhilata Îdlibê, deverên çiyayî yên bakurê û rojhilata Hamayê, deverên çiyayî yên başûr û rojavayê Helebê gelek cî war bi dest xistin.
Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va di êrîşên rejim û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîlan can da. Ji rêbendana 2019an vir va jimara kesên ku koç kirin derket milyonek û 942 hezarî.
Herî dawîn Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn di 5ê adarê da li Moskovaya Paytextê Rûsyayê mitabaqateke nû îmze kirin û ji 6ê adara 2020î vir va agirbest ketiye rewacê.
Her çend hêzên rejimê li çend deveran agirbestê binpê bikin jî, bi giştî guh didin agirbestê.