Haydar Şahin
21 Nîsan 2020•Rojanekirin: 22 Nîsan 2020
Warêla petrola brent duh roj bi 25,48 dolarî temam kiribû û îro ji saet 12,35an pê va dakete 18,02 dolarî û ji sedî 29,27 qîmet da der. Ji sibata 2002yan vir da herî zêde duh biha daket. Di heman demê da li Teksana Rojavayê warêla petrola xam bi 6,95 dolarî hat firotin û ji sedî 41,88 qîmet da der.
Li Amerîkayê di firotina ji bo meha gulanê da dema peymanê temam bû, kesên bi kontrat petrol kirîne ji bo teslîmatê derengî ketin an jî teslîmat hilnedan ji ber vê bihayê warêla petrola WTIyê ji sedî 300 qîmet da der û dakete di binê sifirê da 37,63 dolarî.
Ji ber Kovîd-19a bi lez li dinyayê belav dibe hêviya mezinbûna aboriyê û bihayê petrolê zeyîf dikeve. Petrola li piyaseya navneteweyî jî her ku diçe zêde dibe.