Haydar Şahin
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Mîke Penceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê ew ê di navbera 20-23yê rêbendanê da Misir, Urdin û Îsraîlê ziyaret bike.
Qesra Sipî der barê tura Rojhilata Navîn a Pence da daxuyanî da.
Li gor daxuyaniyê, Penceyê di 19ê rêbendanê da ji Washingtonê veqete û di 20ê rêbendanê da bigihêje Misrê. Penceyê bi Serokomarê Misrê Ebdilfetah Sîsî ra were ba hev û ji wê derê ra derbasî Urdinê bibe.
Penceyê di 21ê rêbendanê da bi Qralê Urdinê Ebdillahê 2yan ra were ba hev û di 22 û 23yê rêbendanê da jî Îsraîlê ziyaret bike.
Penceyê li vê derê bi Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin û Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahu ra were ba hev, li Knesseta Parlementoya Îsraîlê biaxive. Wekî mayîn tê gotin ku Penceyê Yad Washem û Dîwarê Girînê jî ziyaret bike.
Piştî ku Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kiribû ku "Qursê wekî paytextê Îsraîlê nas dike" ziyareta Pence paşda hatibû avêtin, rêveberiya Amerîkayê gotibû sedema paşda avêtinê "raykirina qanûna reforma bacê ya li Kongreyê" ye.
Rayedarên Filistînê bertek nîşanî biryara Trump a li ser Qudsê dabûn û gotibûn ew ê hevdîtina Pence qebûl nekin.