ERBÎL
Li gor encamên nefermî PDK di hilbijartinên li Herêma Kurdistana Îraqa Federal de bû partiya yekemîn. Li ser vê yekê endamên PDKê heta saetên sibê kêf û şahî kirin.
Li gor encamên nefermî di hilbijartinên ku roja şemiyê hatin kirin de PDKya serokatiya wê Mesûd Barzanî dike, ji sedî 37.4 deng hilgirtin û bû yekemîn.
Li ser vê partiyî daketin kolanan, rê ji hatûçûyê re girtin û heta serê sibê kêf kirin.
PDKyiyan di pîrozbahiyê de kincên xwe yên deverî li xwe kirin û posterên Serokê Herêma Kurdistana Îraqa Federal Mesûd Barzanî û yên bavê wî Mela Mistefa Barzanî bi wesaîtên xwe ve daliqandin.