Muhammet Nazım Taşcı
19 Hezîran 2021•Rojanekirin: 20 Hezîran 2021
Îmran Xanê Serokwezîrê Pakistanê got piştî ku eskerên Amerîkayê ji Efxanistanê vekişiyan ew ê teqez destûrê nedin Teşkîlata Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) ku operasyonên hikûmeta Washîngtonê li wî welatî dimeşînin.
Xanê Serokwezîr di hevpeyvîna ji bo bernameya "Axîos on HBO"yê ya HBOyê da helwesta Pakistanê ya ji bo bikaranîna baregehên eskerî yên Pakistanê teyîd kir.
Xan got îmkana wê tune ku ji bo çalakiyekê yan baregeheke eskerî ya dijî Efxanistanê destûrê bidin, ew ê teqez destûrê nedin CIAyê ku operasyonên hikûmeta Washîngtonê bibe ser Efxanistanê.
Xan beriya ku bibe serokwezîr jî ji ber bikaranîna erdê Pakistanê ya ji bo operasyonên Amerîkayê yên dijî Efxanistanê û li welêt kirina êrîşên bi droneyê hikûmetên berê rexne dikir, di sala 2018an da bû serokwezîr û piştî vê li welatê wan Amerîkayê êrîşên bi droneyê qet nekir.
CIAyê herî dawîn di tîrmeha 2018an a Xan hilbijartin qezenc kir da bi droneyê êrîş kiribû.
CIA ji bo piştî vekişîna eskerên Amerîkayê yên li Efxanistanê li cî digere ku operasyonên xwe bidomîne.
Wîllîam Burnsê Direktorê CIAyê di meha gulanê da ji bo mijara baregehê hatibû Pakistanê. Burns xwestibû ku ji bo mijarê bi Xan ra were ba hev lêbelê daxwaza wî bi cî nehatibû.