Dinya

Li Sûriyeyê di êrîşa rejima Esed da xebatkarekî parastina sivîlan hat kuştin

Ahmet Karaahmet, Ethem Emre Özcan, Mehmet Burak Karacaoğlu  | 19.06.2021 - Rojanekırın : 20.06.2021
Li Sûriyeyê di êrîşa rejima Esed da xebatkarekî parastina sivîlan hat kuştin

İdlib

Hêzên rejima Beşar Esed êrîşî navenda ekîbên Parastina Sivîlan (Kumsipî) a li Kastuna gunde li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê kirin, di êrîşê da personelekî parastina sivîlan hat kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Hêzên rejima Esed ji beja ra êrîşî navenda parastina sivîlan a li Kastuna gundê li bakurê rojavayê Hemayê kirin.

Mihemed Hemadeyê Berpirsyarê Medyayê yê naveda rastî êrîşê hat, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di êrîşê da personelekî parastina sivîlan hat kuştin, herî kêm 4 personel jî birîndar bûn.

Hemade destnîşan kir ku şeveqê di dema guherandina nobetê da êrîş hat kirin, rewşa du birîndarên rakirin nexweşxaneyê giran e.

Navenda rastî êrîşê hat hilweşiya.

Li gor mala çavdêriyê ya mixalifan, hêzên rejimê ji kozikên li Bîsakleya gundê Kefrenbîlana navçeya li başûrê rojavayê Îdlibê êrîş kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın