07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
MUSUL
Hêzên Pêşmerge bi mebesta ku ji DEAŞa rêxistina terorê paqij bike, ket navenda Başîqaya bajaroka Mûsilê.
Hêzên pêşmerge ji bo bikevin navenda bajaroka Başîqayê serê sibê dest bi operasyonê kiribûn. Başîqa 20 kîlomêtre dûrî navenda Mûsilê ye.
Yekîneyên Zêrevanî ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesût Barzanî serfermandariya wan dike, ji sê milan va êrîşî DEAŞê kir. Tê gotin ku li navenda Başîqayê herî kêm 100 endamên DEAŞê xwe di tunêl û malan da veşartine.
Barzanî li Çiyayê Zerdikê di civîna çapemeniyê da jî gotibû ku Başîqa hat dorpêçkirin û ji hêla leşkerî va bajarok ket.
Pêşmergeyan di 23yê cotmehê da Başîqa dorpêç kiribû. Li Başîqayê herî zêde mesîhî û êzdî dijîn.