07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 07 Mijdar 2016
BEXDA
Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyand ku ji destpêka operasyona ji DEAŞA rêxistina terorê rizgarkirina Mûsilê heta niha 20 hezar û 700 kesî ji bajêr û herêmên derdora bajêr koç kir.
Di rapora ku UNICEFê amade kir da ji ber operasyona ku di 17ê cotmehê da dest pê kir, heta niha 9 hezar û 700 jê zarok bi tevahî 20 hezar û 700 kesî koç kir.
Li gor raporê penaber di şertên dijwar da diçin navenda kontrolê û li wan deran piştî lêkolînan alîkariya wan tê kirin, zarokên 6-15 salî li dijî felc û sorika zarokan hatin aşîkirin.
Dibêjin hêngî ku DEAŞê axên bakur û rojavayê Iraqê bi dest xistine, ji 3 milyonî zêdetir kesan ji van axan koç kirine.
Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17ê cotmehê da dest pê kiribû.