02 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
MALATYA
Rêxistina terorê DEAŞê di meha sibatê da hem bi Operasyona Mertalê Feratê û hem jî bi operasyonên berbangê yên li hundirê welat va derbeyeke mezin xwar.
Li hundirê welat operasyonên dijî rêxistina terorê DEAŞa ku dawet û dîlan bi awayekî wehşî kir gola xwînê, bêteredud jin û zarokan dike hedefa xwe, berdewam dikin. Herwiha ekîbên polês, cendirme û yekîneyên parastina sînor di xebatên xwe da gelek endamên DEAŞê binçav kirin. Di çarçoveya van xebatan da dîsa gelek dokuman, çek û muhimatên rêxistinê hatin qefaltin.
Tirkiyeya ku li dijî êrîşên DEAŞê li ber xwe dide û li dijî rêxistinê her roj li bajêr û li ser sînor tevdîrên ewlekariyê zexm dikin, hem li hundirê welat û hem jî li dervayê welat li hemberî rêxistinê têkoşîneke piralî dimeşîne.
Ekîbên polês, cendirme û yekîneyên parastina sînor operasyonên xwe yên dijî rêxistina terorê bênavber didomînin û herwiha di van operasyonan da gelek dokuman, çek û muhimatên rêxistinê hatin qefaltin. Dîsa tevdîrên pir xurt hatin wergirtin da ku terorîst sînorê Sûriyeyê neemilînin û jê nebihurin.
Tirkiye bi tevdîrên li ser sînor va dest û pêyê rêxistina terorê DEAŞê girê da.
- Derbeyeke giran xwar
Li seranserê welat di "operasyonên berbangê" da meha borî derbeyeke giran li rêxistina terorê DEAŞê dan. Di van operasyonan da meha çûyî 957 kes hatin desteserkirin.
Ji van kesan ku hat tespîtkirin di navê da serkirdeyên rêxistinê jî hene, jê 122 endamên rêxistinê hatin tewqûfkirin, gelek muhimat û teqemenî hatin girtin.