17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî daxuyand ku operasyona Mûsilê ya ji bo ku bajêr ji destê DEAŞa rêxistina terorê bê xilaskirin dest pê kir
Ebadî li ser televîzyona dewletê daxuyand ku operasyonê dest pêkiriye, bi tenê artêş û polês wê bikevin navenda bajêr.
- "Bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin"
Ebadî der barê operasyona Mûsilê de got ku bila gelê Mûsilê bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bike.
Serokwezîr Ebadî behsa pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê yên amadehiyên xwe dîtine û li eniyan bicih bûne, mihafizên Nînovayê yên herêmî yên ku Tirkiyeyê perwerde dabû wan û hêzên şiî Heştî Şabî nekir.