KÎLÎS
Yekîneyên Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da piştî ku li Sûriyeyê dijî hedefên terorê operasyon da destpêkirin, li aliyê Kilîsê va dengê top û guleyan tên bihîstin.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorên xwe û herêmê ji bona îstiqrar û ewlehiyê, li herêma Efrînê ya li rojavayê bakurê Sûriyeyê dijî terorîstên PYD/PKK û DEAŞê ji ber ku xelkê herêmê yên dost û xwîşk û bira ji zilm û zextê bên rizgarkirin operasyonê dest pê kir û îro jî dewam dike. Yekîneyên ASAyê ji ser sînor va ber bi Efrînê va pêş dikevin.
Yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê yên li ser sînor jî top avêtin qadên ku PYD/PKKya rêxistina terorê dagir kirine.
Li hin gundên ku li ser hidûdê Kilîs-Hatayê ne dengê topan hat bihîstin.
- Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li herêma Efrînê ya di bin dorpêçiya PYD/PKKya têxistina terorê de ye bi Artêşa Sûriyeya Azad re pêşva diçe.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de li herêma Efrînê ya di bin dorpêçiya PYD/PKKya têxistina terorê de ye, bi Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) re pêşva diçe.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê yê li qadê ye, wesayîtên bizirx ên TSKyê, hêzên teybet û hêzên piyade di axa Efrînê de qasî 5 kîlomêtroyan pêşva çûn.
Di vê pêşvaçûnê de pevçûneke giran çênebû.
TSKyê daxuyandibû di operasyona ku duh di saet 17.00an de dest pê kir de li 7 herêmên Efrînê 153 hedefên PYD/PKKyê hatin bombebarankirin.
Sererkaniyê di daxuyaniya xwe da gotibû Tirkiye li gor mafên hiqûqa navneteweyî, biryarên têkoşîna dijî terorê yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û mafê xweparastina meşrû ya ku di peymana Neteweyên Yekbûyî de cih digre vê operasyonê dike û rêzê nîşanî yekîtiya axa Sûriyeyê dide.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku bi tenê terorîst hedef tên girtin, ji bo ku sivîl zirarê nebînin hesas tê tevgerîn.
Rejima Esed di Tîrmeha 2012an da Efrîn bê şer û pevçûn dewrî PYD/PKKyê kir û rêxistin di pêvajoya şerê navxweyî da herî zêde li vê herêmê xwe ediland. Ji ber çil û çiyayên Efrînê navenda Kilîsê û qismeke Hatayê dikeve menzîla guleyên rêxistinê. Rêxistin salên dûr dirêj li ser Çiyayên Amanosê ra ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibe. Ji bo ku PYD/PKK ji aliyê bakurê rojavayê Sûriyeyê ra derbasî Behra Spî bibe, pişta xwe bi Efrînê va girêdide. Rêxistina terorê li Efrînê herêma Mertalê Feratê û herêma bê pevçûn a li Îdlibê jî tehdît dike. Axa Sûriyeyê ji çar peşkan peşkek di destê rêxistinê da ye.
Ji sedî 65ê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê di bin dagirkeriya rêxistinê da ye.
- Sererkanî: "Heya niha 153 hedefên rêxistinên terorê PKK/PYD û DEAŞê hatin gulebarankirin."
Sererkaniyê ragihand, di çarçoveya operasyona ku li Efrînê dijî hedefên terorê dest pê kir da heta niha 153 hedefên sitargeh, parastgeh û depoyên muhîmatê yên ku terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê bi kar tînin hatin gulebarankirin û Operasyona Çiqlê Zeytûnê weke ku hatibû plankirin dewam dike.
Di daxuyaniya ku ji ser malpera înternetê ya Sererkaniyê hat dayîn da wiha hat gotin:
"Hedefên ku hatin tesbîtkirin gulebarandina li ser wan dewam dike. Heya niha 153 hedefên sitargeh, parastgeh û depoyên muhîmatê yên ku terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê bi kar tînin hatin gulebarankirin. Operasyona Çiqlê Zeytûnê weke ku hatibû plankirin dewam dike. Di operasyonê da hedef tenê terorîst, sitargeh, parastgeh, kozik, çek û alav in. Ji bo ku sivîl/kesên bêsûc û guneh zirarê nebînin, operasyon bi baldarî tê kirin."
![]()
Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) ket herêma Efrînê ku li Sûriyeyê di bin dagirkeriya PYD/PKKya rêxistina terorê da ye û li dijî rêxistinê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li qadê ragihand, di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da yekîneyên ASAyê ku piştgiriyê didin Artêşa Tirkiyeyê, ketin axa Efrînê û pêş dikevin.
Artêşa Tirkiyeyê daxuyandibû ku di operasyona ku duh di saet 17.00î da dest pê kir da ji 113 hedefên PYD/PKKê yên li 7 herêmên Efrînê, 108 hedef hatin lêxistin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hatibû gotin ku ev hereket meşruiyeta xwe ji hiqûqa navneteweyî û ji biryarên Neteweyên Yekbûyî hildide, operasyon di çarçoveya mafên midefeya meşrû yên mafên Tirkiyeyê yên hiqûqa navneteweyî, biryarên têkoşîna dijî terorê yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û xala 51î ya peymana NYyê da tê kirin û rêzê nîşanî yekîtiya axa Sûriyeyê didin. Di îcraya operasyonê da hedefa me bi tenê terorîst in, kesên sivîl û bêguneh ku zirarê nebînin em bi hesasiyetekê girîng bala xwe didinê.

Rejima Esed di Tîrmeha 2012an da Efrîn bê şer û pevçûn dewrî PYD/PKKê kir û rêxistin di pêvajoya şerê navxweyî da herî zêde li vê herêmê xwe ediland. Ji ber çil û çiyayên Efrînê navenda Kilîsê û qismekî Hatayê dikeve menzîla guleyên rêxistinê. Rêxistin salên dûr dirêj li ser Çiyayên Amanosê ra ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibe. Ji bo ku PYD/PKK ji aliyê bakurê rojavayê Sûriyeyê ra derbasî Behra Spî bibe, pişta xwe bi Efrînê va girêdide. Rêxistina terorê li Efrînê herêma Mertalê Feratê û herêma bê pevçûn a li Îdlibê jî tehdît dike. Axa Sûriyeyê ji çar peşkan peşkek di destê rêxistinê da ye. Ji sedî 65ê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê jî di bin dagrikeriya rêxistinê da ye.

- Rejima Esed îznê dide ku PYD/PKKyiyên li navenda Helebê alîkariyê bişînin Efrînê
Piştî ku Tirkiyeyê li dijî rêxistina terorê PYD/PKKyê ya li Efrînê dest bi operasyona eskerî kir, rejima Beşar Esed jî rê li ber rêxistinê vekir ku unsûrên xwe yên li navenda Helebê bişîne Efrînê.
Li gorî agahiya ku AAyê ji çavkaniyên ewle yên li navenda Helebê wergirt, rejima Esed îznê dide rêxistinê ku ji ser rêbejayê ra ji taxa Şêx Meqsûdê alîkariyê bişîne Efrînê.
Rêxistinê li ser îzna rejimê dest pê kir û rêbejaya Nubul Zehra ya ku Efrînê bi navenda parêzgeha Helebê girê dide, diemilîne.
Gelek PYD/PKKyî ligel wesayîtên xwe yên çekbarkirî ji taxa Şêx Meqsûdê berê xwe dan Efrînê.
TSKyê daxuyandibû, di operasyona ku duh di saet 17.00an da dest pê kir da li 7 herêmên Efrînê ji 113 hedefên destnîşankirî yên PYD/PKKyê jê 108 hedef hatin lêdan.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hatibû destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna dijî terorê û mafê xweparastina rewa ya di peymana Neteweyên Yekbûyî da li ser esasê rêzgirtin li yekpareyiya xaka Sûriyeyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê da bal hatibû kişandin ku bi tenê noqteyên terorîstan bûn armanc û herwiha ji bo ku zirar negihîje sivîlan her cure hesasiyet hat nîşandan.
Rejima Esed di Tîrmeha 2012an da Efrîn bê şer û pevçûn dewrî PYD/PKKê kir û rêxistinê di pêvajoya şerê navxweyî da herî zêde li vê herêmê xwe ediland. Ji ber çil û çiyayên Efrînê navenda Kilîsê û qismekî Hatayê dikeve menzîla guleyên rêxistinê. Rêxistin salên dûr dirêj ji ser Çiyayên Amanosê ra ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibe. Ji bo ku PYD/PKK ji aliyê bakurê rojavayê Sûriyeyê ra derbasî Behra Spî bibe, pişta xwe bi Efrînê va girêdide. Rêxistina terorê ji ser Efrînê ra herêma Mertalê Feratê û herêma bêpevçûn li Îdlibê jî tehdît dike. Ji çar peşkan peşkeke xaka Sûriyeyê û ji sedî 65ê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê jî di bin dagrikeriya rêxistinê da ye.

-Ji Wezareta Karên Derva bo welatên herêmê agahdarkirina "Operasyona Çiqlê Zeytûnê"
Wezareta Karên Derva wê gazî balyozên Urdin, Iraq, Libnan, Qeter, Kuweyt û Erebistana Siûdî bike û wê der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da agahiyê bide.
Wezareta Karên Derva wê der heqê "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" da agahiyê bide balyozên welatên herêmê Urdin, Iraq, Libnan, Qeter, Kuweyt û Erebistana Siûdî.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, Alîkarê Misteşar Balyoz Sedat Onal wê li wezaretê der heqê "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" da agahiyê bide balyozên welatên cîranê Sûriyeyê Urdin, Iraq, Libnan, Qeter, Kuweyt û Erebistana Siûdî.
Duh jî gazî şefên mîsyona balyozxaneyê yên welatên endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Amerîka, Rûsya, Îngîltere, Fransa û Çîn û herwiha şefê mîsyona balyozxaneya Îranê li Enqereyê kiribûn û li Wezareta Karên Derva der heqê operasyonê da agahî dabûn wan.
news_share_descriptionsubscription_contact


