Türkan Tosun
21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel anî ziman Efrîn ji bo wan ne qadeke operasyonê ye û got Tirkiyeyê der barê operasyona Efrînê de agahî daye wan.
Votel di balafirê de dema ji bo herêmên wezîfeyê yên li Rojhilata Navîn seyahat dikir der barê operasyona Efrînê de daxuyaniyek da.
Joseph Votel got Tirkiyeyê der barê operasyona Efrînê ya ku duh da destpêkirin de agahî daye wan.
Votel anî ziman ku Efrîn ji bo wan ne qadeke operasyonê ye û wiha axivî: "Em bi çavkaniyên xwe yên eskerî va zêde bala xwe nadin vê herêmê (Efrîn)."
Votel got ew nizane nêta Tirkiyeyê çi ye, lê operasyona Efrînê wê tesîrê li ser têkoşîna DEAŞê bike û wiha got: "Têkoşîna dijî DEAŞê ya li Sûriyeyê dewam dike. Em hê jî li ser vê mijarê disekinin. Ji bo ku cihên di destê wan de ne paşve bên hildan em bi şirîkên xwe va dixebitin."
Fermandarê Amerîkî got rayedarên Tirkiyeyê behsa operasyoneke dijî Minbicê nekirine.