10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
AFRÎN
Li Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin, eşîrên Kurd, Tirkmen, Ereb û Êzdî di fitara yekîtî û pevratiyê da hatin bal hev.
Rîspiyên eşîrên bakurê Sûriyeyê, malbatên Êzdî, Ereb, Kurd û Tirkmen, serokên meclisan ên navend lû bajarokên Efrînê û mensûbên Artêşa Azad a Sûriyeyê jî beşdarî bernameya fitarê bûn.
Di bernameyê da bangewaziya yekîtî û bihevrabûnê hat kirin, serokên eşîran gotin heke ku li Minbîç û li ser axên Sûriyeyê yên îşxalkirî operasyon werin kirin, ew ê piştgiriyê bidin Artêşa Azad û Artêşa Tirkiyeyê.
Ebû Salih Kurd li ser navê eşîrên Kurdan axivî û got ku fitara biratiyê Ereb, Kurd û Tirkmen gîhand hevdu, bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va Efrîn ji terorîstan hat paqijkirin.
Kurd got, "Ji bo ku biratiya me xurt bibe em li vê derê civiyan. Me ferq û cudahiya nijadê ji holê rakir û em yekvucûd li Efrînê dijîn. Ez pir spasdarê hikûmeta Tirk im ku piştgirî da Efrînê. Ez spasdarê birayên xwe yên Ereb û Tirkmen im ku bi heman awayî seba vî wetenî xwîna xwe rêtin û ji terorîstan paqij kirin."
Serokê eşîra Aceelê Ebû Elî Sîcco jî spasiya organîzatorên fitarê kir û wiha got:
"Em çend roj berê di fitara biratiyê da hatibûn bal hev. Em niha jî bi eşîrên herêmê û birayên me yên ku ked dan Operasyona Çiqlê Zeytûnê, em bi hev ra ne. Îro ji El Bab, Cerablus, Ezaz Marîayê birayên me hatine. Em bi birayên xwe yên Kurd ra ne. Em bira ne. YPG/PKKê destê me ji hev kir. Em gotina 'Gelê Sûriyeyê bir ne' cardin dubare dikin. Vêga dem dema yekîtî û pevratiyê ye. Em bi hev ra Efrînê xurt bikin."