19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Barack Obamayê Serokê DYAyê li Qesra Sipî di civîna xwe ya çapemeniyê ya dawîn da metirsiyên xwe yên li ser aştiya Rojhilata Navîn destnîşan kir ku û wiha got: "Ez ditirsim ku di meseleya Îsraîl û Filistînê da ji bo çareseriya dudewletî firsend nemîne û dem derbas bibe."
Obama di daxuyaniya çepemeniyê da der barê aştiya Rojhilata Navîn, di heyama nû da têkiliyên DYA û Rûsyayê û Chelsea Manningê ku cezayê wî hat sivikirin da axivî.
Obama di daxuyaniya xwe da metirsiya xwe ya der barê meseleya Îsraîl û Filistînê da destnîşan kir.
Obama diyar kir ku di meseleya Îsraîl û Filistînê da statukuya heyî him ji bo Îsraîlê û him jî ji bo Filistînê talûke ye û wiha got: "Ji bo hevdîtinên aştiyê me zehf hewl da, lê em nikarin herdu dewletan bikin zorê."
- "Em ji çarêseriya du dewletî pêştir tu çareserî nabînin"
Obama ragihand ku di heyama xwe ya 8 salan de her tim rêvebirina Îsraîl û rêvebira Filistînê ji bo du dewletî teşwîq kiriye. Obama got: "Em ji çareseriya dudewletî pêştir tu çareseriyê nabînin"
Obama ragihand ku ji ber ku di heyama wî de çareseriyek çênebûye pir xemgîn e û wiha dewam kir: "Ez bi fikar im ku di meseleya Îsraîl û Filistînê de wextê çareseriya dudewletî derbas bibe." Obama bi vê gotinê ji rêveberiya nû re peyam şand.
Obama bertek nîşanî Îsraîlê da û got: "Di heman demê de him cihû him jî dewleteke demokratîk dê çawa çêbibe" û diyar kir ku heke avakirina avahiyan wiha dewam bike, çareserî ne mimkun e. Ji ber vê yekê jî Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) piştgiriyê nade pêşnûmayê.
Obama daxuyand ku Donald Trump wê roja înê dest bi wezîfeyê bike û ji bo Rojhilata Navîn ewê polîtîkaya xwe bide meşandin.
- Têkiliyên Amerîka û Rûsyayê
Obama destnîşan kir ku heke têkiliyên Amerîka û Rûsyayê baş bibe feydeya wê ji herdu welatan re heye, ew pir xebitîne lê ji bo têkiliyên baş serkeftî nebûne.
Obama tevgera Rûsyayê ya li dijî Amerîkayê rexne kir û wiha got: "Dema Putîn de gotinên li dijî Amerîkayê pir zêde bûn."
Obama wiha got: "Rûsya bi zorê hat vî welatî. Min gelek caran got eger hûn van bibirin em ê sepandina li ser wê rakin."
"Di meseleya Mannîngê dilêmin rehet e"
Obama pirsin der heqê endama artêşa DYAyê Mannîngê bersiv da. Mannîngê di sala 2013an 35 sal ciza xwaribû lê bi saya Obama cizayê wê hatibû daxistin.
Obama der heqê Mannîngê wiha got: "Cizayê wê li gor ji ciza yên din cuda bû. Li gor min wê cizayê xwe kişand. Di vê meseleyê de dilê min rehet e."
Obama got ku Mannîng agahî û belge dan Wîkîleaksê jî û wî der heqê wî da biryar da û tu pirsgirêk derneket. Obama destnîşan kir, ew bawer dike ku di biryara daxistina cezayê da ew bi edaletê tevgeriya.
Obama daxuyand ku civata Amerîkayê di pêvajoya hilbijartina dawîn da bû du biran û ev jî ji bo welêt tiştekî ne baş e, lê digel vê ew ji ciwanên nifşa nû ya Amerîkayê û ji paşerojê pir hêvîdar e.
Obama wê roja înê wezîfeyê dewrî Trump bike û wê bi malbata xwe va demekê jî li Washingtonê bijî.