Elif Orhan
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji bo referandûma tê payîn ku di 25ê îlonê de bê kirin bangî aligîrên xwe kir û got ji bilî serxwebûnê tu alternatîfa wan tune ye.
Barzanî ji ber 71emîn salvegera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku serokatiya wê dike peyameke pîrozbahiyê weşand.
Barzanî di peyama xwe de bangî PDKyiyan kir û got "Ez dixwazim ku li gel gelê Kurdistanê hemû derfetên xwe seferber bikin, piştgirî bidin pêvajoya referandûm û serxwebûnê ji ber ku jibilî serxwebûnê tu alternatîfeke din a gelê me tune."
Barzanî qal kir ka çima serxwebûnê dixwazin û çima ev rê hilbijartine jî û got "Bi aştî û xurtbûna pêşketinê ji bo ku car din felaket neqewimin em vê dikin."
Serokê HKIyê Barzanî piştî hevdîtina ku di 7ê hezîranê de bi partiyên siyasî re kir diyar kiribû ku dê referandûm di 25ê îlonê de bê kirin.
Komîsyona Bilind a Referandûm û Hilbijartinê ya HKIyê jî duh daxuyaniyek dabû û dabû zanîn ku dîroka ku ji bo referandûmê hatiye diyarkirin hat tesdîqkirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî di daxuyaniya ku piştî îlana referandûmê ya Barzanî dabû de diyar kiribû ku ev yek dijî destûra bingehîn e û gotibû ku dê encamê nas nekin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî jî di civîna çapemeniyê ya ku hefteya borî kiribû de qal kiribû ku heta niha tu welatên ku bi awayekî fermî piştgirî bide referandûma HKIyê derneketiye.