Elif Orhan
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku hember daxwaza dewleta serbixwe ya kurdan rêz digirin û hişyariya da ku di encama vê de dibe ku trajedî biqewimin.
"Referandum di nav pêşaniyên Bexdayê da nîne"
Ebadî li Bexdayê di civîna çapemeniyê ya heftane de li ser hevdîtina ku bi Lijneya Bilind a Referandûmê ya HKIyê ya ku ji bo referandûma ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dixwaze ku di 25ê îlonê de bike pê re kir, sekinî.
Ebadî diyar kir ku hevdîtina wî ya bi lijneya HKIyê re di atmosfereke gelekî erênî û xweş de hat kirin û got ku bi taybetî li ser mijara referandûmê sekinîn û parastina berjewendiyên Iraqê destnîşan kirin.
Ebadî got "Em hember daxwaza dewletê ya kurdan rêz digirin lê belê destûreke bingehîn û hemû welêt heye." û wiha axivî: "Heke daxwazeke wekî jinûve xêzkirina sînoran hebe, ev bi yek alî nabe. Bereksê wê em dibêjin ku ev yek dê trajedî û pirsgirêkên aloz bi hev re bîne."
Ebadî pirsa "gelo di nav aloziyeke wiha de û bêyî ku bi aliyên din re bikevin diyalogê pêkanîna referandûmê mimkûn e?" kir û got ku "Ez dibînim ku serxwebûn kêrî berjewendiyên kurdan nayê, ji ber ku ev dê deriyê îxtilaf û pirsgirêkên ku xilas nabin veke."