16 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
NEW YORK
Avakerê Microsoftê û karsazê herî dewlemend yê cîhanê Bill Gates biryar da ku para xwe ya Microsoftê ya 4 milyar û 600 milyon dolarî bibexşîne.
Li gorî agahiyên ji dosyeya Komîsyona Borseya qiymetên menqul ê Microsoftê hat girtin, avakerê Microsoftê û karsazê navdar Gates 6ê hezîranê forma selêdana bexşê dagirt û ragihand ku 64 milyon hisseyên xwe ji bo saziyên xêrê dibexşîne.
Hat ragihandin ku di formê de Gates der barê bexşa xwe ya dawî da agahî nedaye bê ka wê bişîne kuderê.
Bi vî awayî Gates ji sala 2000an heta niha 16 milyar dolar para xwe ya Microsoftê bexşand û ji wê tarîxê heta niha di karên xêrê de cara ewil meblaxeke evqas zêde wê bibexşîne.
Gatesê ku bi xanima xwe re weqfa Bill & Melinda Gates ava kir û dest bi karên xêrê kir, di sala 2010an de bi karsazê milyarder Warren Buffett û 158 karsazan re saziya xêrê "Giving Pledge" ava kirin.
Tê gotin ku dahata texmînî ya Bill Gates ji tîrmeha 2017an vir ve 89 milyar û 900 milyon dolar e.