16 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
QUDIS
Komeke cihûyên amerîkayî ku ji 233 kesan pêk tê û di nav da keça David Friedmanê Balyozê Amerîkayê yê li Îsrailê jî heye, koçî Îsrailê kir.
Nefesh B’Nefesh (Ruhên Cihû yên Yekbûyî) saziyeke cihû ye û ber bi Îsrailê va koçê teşwîq dike. Nefesh B’Nefeshê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, 233 cihûyên ku koçî Îsrailê kirin û di nav wan da Talia Friedmana keça David Friedmanê Balyozê Amerîkayê yê li Îsrailê jî heye, îro bi El-Ala rêhewaya Îsrailê va gihîştin welêt.
Li gor daxuyaniyê ji cihûyên ku koç kirin, piştî ku bibin welatî 68 kes ji wan wê bi dildarî tevlî artêşa Îsrailê bibin.
Hikûmeta Îsrailê bi rêya sazî û dezgehên cihû va pêşiyê li ber cihûyên li welatên din dijîn vedike ku koçî Îsrailê bikin û piştgiriyê dide koçê.