Dinya

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Barrack, ji AAyê ra axivî

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Barrack diyar kir ku heke rêxistina terorê PKK/YPG di warê entegrasyonê da gavan zû neavêje, dê bi hikûmetên Tirkiye û Sûriyeyê ra pirsgirêkên wê çêbin.

Şerife Çetin  | 12.07.2025 - Rojanekırın : 12.07.2025
Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Barrack, ji AAyê ra axivî

New York

 Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku heke rêxistina terorê PKK/YPG di warê entegrasyonê da gavan zû neavêje, dê bi hikûmetên Tirkiye û Sûriyeyê ra pirsgirêkên wê çêbin.

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Barrack piştî civîna çapemeniyê ya ku duh li New Yorkê li dar xist, ji peyamnêrê AAyê ra axivî.

Dema ku gotina wî ya di daxuyaniya wî ya berê da gotibû, "HSD YPG ye. YPG jî ji PKKyê çêbûye." bi bîra wî hat xistin Barack got, "Min qet negotiye ku HSD ji PKKyê hatiye çêkirin. YPG ji pêkhateyên curbecur yên PKKyê derketiye holê. HSD jî ji gelek aliyên YPGyê derketiye holê."

Barrack li ser derneketina encamê ya ji hevdîtinên di navbera rêxistina terorê PKK/YPGyê ya ku li Sûriyeyê navê HSDê bi kar tîne û bi rêveberiya Şamê tê kirin da got ku meseleya rastî ev e ku "ew ê bi Komara Ereb ya Sûriyeyê ra li hev bikin an na".

Barrack wiha dewam kir:

"Yek welat, yek netewe, yek artêş ku, ew ji hêla wê neteweyê va tê destnîşankirin, em êdî vê yekê qebûl dikin. Mesele ev e. Ji bîr bikin ku ew ji ku tê, taybetmendiyên wê çi ne. Dibe ku ev hemû komên kêmnetewe hawirekî federalîst bixwazin. Tiştê ku li ser wan tê ferzkirin ne ev e. Ev bi me ra jî eleqedar nîne. Ne wezîfeya me ye ku em di nîqaşa rewşenbîrî da hakemiyê bikin. Gelo ev rast e? Yan xelet e? Gelo hûn sîstemeke parlemanî dixwazin? Yan hûn komarê dixwazin? Hûn sîstemeke konfesyonîst dixwazin? Hûn ê çawa mafên kêmneteweyan entegre bikin û biparêzin? Em hemû, nemaze NY, em dibêjin, 'Heke hûn alîkariya me dixwazin, ev bi rastî girîng e.'" Ev şert û merc in ku em dixwazin bibînin. Em dixwazin bibînin ka hûn ê çi bi şervanên biyanî bikin. Hûnê wan entegre dikin? Yan na? Hûn wan dişînin malên wan yan na?

"Armanc ne ew e ku hebûna (leşkerî ya Amerîkayê) li wê derê bêdawî were parastin."

Derbarê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê da, Barrack diyar kir ku têkoşîna li dijî rêxistina terorê ya DEAŞê berdewam dike û got, "Li wê herêmê hebûna me ya leşkerî heye û em vê hebûna leşkerî diparêzin. Armanc ne ew e ku ev hebûn li wê derê bêdawî bimîne. Dema ku em li dijî DEAŞê û terorîzmê şer dikin, em ê biryarê bidin ku bi demê ra hejmara van leşkeran kêm bikin. Her wisa gava hikûmeteke nû ya serbixwe ya Sûriyeyê were damezrandin divê hejmara hemû leşkeran kêm bibe."

Barrack, bal kişand ser xetereyên di pêvajoya entegrasyonê da ya li Sûriyeyê û got, "Ez wisa difikirim ku ev heyama derbasbûnê ya ku tê da hevahengî ev heft meh in pêk nehatiye û hê tirs hene ku nezelaliyên demên berê di vê pêşerojê da berdewam bikin. Gelo hikûmeta Sûriyeyê dê bi edalet tevbigere? Lê em ji bo vê yekê ferz bikin li wir nînin."

"Eger ew bixwazin werin Amerîkayê û li gel me bijîn, dikarin bên."

Ji Barrack hat pirsîn ku wî ji bo PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku li Sûriyeyê navê HSDyê bi kar tîne, gotiye "di pêvajoya entegrasyonê da divê demê baş bi kar bîne" û niha çi dibêje wiha bersiv da:

"Pirsgirêkên ku dê derkevin holê ev in ku ew ê bi hikûmeta Sûriyeyê û hikûmeta Tirkiyeyê ra nakokiyên wan hebin. Hikûmeta Amerîkayê diyar kiriye ku ew ê hemû pirsgirêkên wan vekole û bi hemû hêza xwe hewl xwe bide ku biryarek adil û rast bide. Heke ew bixwazin werin Amerîkayê û bi me ra bijîn, dikarin bên."

"Peyman bi têra xwe spesifîk nîne."

Li ser pirsa, "Pentagonê ji bo komên çekdar ên li herêma Tenafê ya Sûriyeyê û her wiha ji bo yên li bakur budçeyek xwestiye. Gelo ev kom dê di nav artêşa Sûriyeyê da werin entegrekirin? An jî DYA plan dike ku ji bo demeke hê dirêjtir li wir hevkariyeke cuda bidomîne?" Balyoz Barrack got, "Niyeta me ew nîne ku em li tu devereke welêt hebûneke daîmî ava bikin. Baregehên me ji bo armancên parastinê ne."

Barrack diyar kir ku Sûriye "li hundir û derva" hewcedarê hebûneke leşkerî ya berfireh e û got, "Tiştê mentiqî ew e ku HSD were entegrekirin."

Barrack destnîşan ku ji ber nebûna baweriya hevbeş ya di navbera rêveberiya Şamê û PKK/YPGyê da, ev entegrasyon dê demeke dirêj bikişîne û got "peymana di navbera aliyan da bi têra xwe spesifîk nîne ku bi kêr bê."

Balyoz Barrack destnîşan kir ku ew hewl didin hin hûrgiliyan zelal bikin da ku bigihêjin rêkeftinekê û got ew bawer dike ku alî dê bigihêjin rêkeftinekê û "hevkirineke baş" wê çêbe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın