Endamê Komîteya Hiqûqê yê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Muxalif yê Neteweyî yê Sûriyê (KHMNS) Hîşam Merwe got ku "Beriya Konferansa Cenevre-2yê ji bo kurdan xwestina birêvebiriyeke federal aloziyê derdixîne û xizmetê ji daxwazên rejîma Esed re dike."
Merwe daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û daxwaza Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ya beriya Konferansa Cenevreyê birêvebiriya federal xwest rexne kir û wiha axivî: "Em ji bo armancekê dixwazin biçin Konferansa Cenevre-2yê, ew jî hilweşandina rejîma Esed e. Piştî ku me rejîma Esed hilweşand, êdî hemû pirsgirêk bi riya diyaloga neteweyî çareser dibin. Lê belê li konferansê bilêvkirina mijarên wiha aloziyê derdixîne û ji bo mijûlbûnê wext dide rejîma Sûriyeyê.
Merwe diyar kir ku daxwaza ji bo kurdan birêvebirina federal bi dahatûya Sûriyeyê re eleqedar e û got ku biryara vê mijarê ne ji hêla komekê ve tê dayîn, divê ev biryar bi riya sîndoqê bê dayîn.
Di çapemeniyê de nûçeyên ku dibêjin dê Serokê PYDê Salih Muslim di konferansa Cenevre-2yê de ji bo kurdan daxwaza birêvebirineke federal bike, derketibûn.
Di nûçeyan de hatibû diyarkirin ku Muslim hewl dide ku li Sûriyeya Federal "Herêma Kurdistana Azad" damezrîne û ji bo herêmê komîsyona amadehiya destûrê ava kiriye.
Hatibû ragihandin ku Muslim gotiye ku plana Herêma Kurdistana Sûriyeyê wiha ye: Li navînê Qobanî, li rojava Efrîn û li rojhilatê jî Qamîşlo dê bi sê xweseriyan bê birêvebirin.