SULEYMANIYE
Li herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) di dewra Seddam Huseyîn de 7 milyon mayîn xistibûn erdê. Ji wê çaxê heta niha bi tenê ji sedî 29ê van mayînan ji erdê hatin derxistin.
Midûrê Mayîn Derxistinê yê HKIFê Sabah Huseyîn got ku projeya mayînxistina erdê di 1960î de dest pê kir û di dewra Seddam Huseyîn de jî ew proje vegeriya çekên stratejîk.
Huseyîn diyar kir ku rejîma Baasê ji bo ku zordesitiyê kurdan bike rê û dirbên bêmerhemet tetbîq kir û di sala 1975an de gundên kurdan vala kirin û der û dorên van gundan mayînkirin.
Huseyîn destnîşan kir ku rejîma Baasê her cihên ku 5 kîlometre ji sînorên Tirkiye û Îranê dûr in mayînkirin û wiha axivî:
"Hemû gund, rê, zozan, jiyana tabiî û daristan hatin tunekirin. Dijî kurdan ev zilma Seddam ya herî mezin bû. Di dema şerê Îran û Iraqê de carekê dîsa her cih hatin mayînkirin. Vê carê xêncî sînorê Îranê, Helepçe, Pîşder, Penjwen, Hanekîn û hin cihên din hatin mayînkirin. Hejmara mayîna çiqas e em nizanin, lê em dizanin ku ji 7 milyonan zêdetir in."
- 6 hezar kes mirin û 8 hezar kes jî birîndar bûn
Huseyîn diyar kir ku herî zêde sivîl di bin bandora mayînan de dimînin û wiha got: "Heta niha ji ber mayînan 6 hezar kes mirin û 8 hezar kes jî birîndar bûn. Mayîn hê jî dibin sedema mirinê. Di du mehên derbasbûyî de 2yê wan sivîl 3 kes mirin."
Huseyîn eşkere kir ku der barê cihên mayînan de tu agahiyek di destê wan de tune û wiha axivî:
"Zevî nayên ajotin. Der barê cihên mayînan de tu agahiyek di destê me de tuneye. Di vê mijarê de hikûmeta Bexdayê alîkariyê nade me. Me gelek caran serîlêda, lê belê tu agahiyek nedane me. Derxistina mayînan wezîfeya hikûmeta Iraqê ye, mixabin tu alîkarîyek nedane me."
Sabah Huseyîn diyar kir cihên ku tesbît kirine ji 2003an vir de mayînan jê derdixin û di vî karî de bi saziyên navneteweyî re dixebitin û wiha got: "Me heta niha ji sedî 29ên eraziyên mayînkirî paqij kir. 15 saziyên xwecih û biyanî di vî karî de dixebitin. Gorî rapora ku me di 2012an de amade kiriye, tenê dê di 20 salan de ev kar biqede. Bi tenê ji bo Silêmaniyê milyarek budçe hewce dike. Ji bo ku em vî karî zû biqedînin divê piştgiriya lojîstîk û cîhazan jî hebin."