ERBÎL
Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê (ETI) Eşad Salihî got: "Êrîşên li dijî Tirkmenan bi plan tên kirin. Her kes dizane ku li vî welatî li dijî Tirkmenan êrîş tên kirin."
Salihî der barê êrîşên ku li dijî Tirkmenan tên kirin de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got ku piştî dagirkirina Amerîkayê, êrîşên li ser Tirkmenan cara ewil di 2004an de li navçeya Telafera Mûsilê dest pê kir.
Salihî destnîşan kir ku êrîş li ser Tûzhûrmatûya Selahaddînê û Kizilarabataya li ser bajarê Diyalayê zêde dibin û dixwazin Tirkmenan bi zanayî asîmîle bikin.
Salihî daxuyand ku di Makezagona Iraqê ya berê de bendên ku mafên kêmnetewan diparêzin hebûn, lê van bendan pirsgirêkê çareser nekirin.
-"Tirkmen dixwazin hêzên ewlehiyê saz bikin"
Erşad Salihî diyar kir ku rêvebiriyên welêt li hemberî Tirkmenan in û naxwazin ku Tirkmen hêzên xwe yên ewlehiyê saz bikin.
Salihî wiha dewam kir:
"Dema ku em ji bo Tirkmenan rêvebriyek dixwazin, mixabin pêşî kurd li hemberî vî tiştî derdikevin. Kurd hêzdarbûna Tirkmenan qet qebûl nakin. Dibêjin 'Tenê di nav me de bin'. Li gel vê hikûmeta navendî jî guh nade payeya me. Me der barê çareseriyê de pêşniyazên xwe pêşkeşî Meclisa Iraqê û Hikûmeta Iraqê kir. Lê hemû pêşniyazên me hatin redkirin."
Salihî diyar ku dixwazin di mijara cihên ku pirsgirêkên ewlehiyê lê hene bila Tirkmen jî bibin desthilatdar û wiha got: "Lewra nifûsa Tirkmenan ne kêm e. Ji ber vê çendê em dixwazin ku hêzên ewlehiyê ya tirkmenan jî hebin. Divê di mijara ewlehiyê de sê alî hebin. Hikûmeta navendî, Rêvebiriya Bakurê Iraqê û Tirkmen."
Salihî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ya ku di arenaya navneteweyî de girîng e bi bîr xist û wiha got:
"Iraq ber bi parçebûnê ve diçe. Parçebûn sîstematîk diqewime. Piştî vê parçebûnê dê li başûrê Iraqê bibe herêma Şiîyan, navenda Iraqê dê bibe herêma Sunniyan, bakur jî dê bibe herêma Kurdan. Her wiha di çaçoveya vê projeyê de 'Em Tirkmenan ji holê rakin, asîmîle bikin. Piştre em Iraqê dabeşî 3 perçeya bikin' heye."