04 Hezîran 2016•Rojanekirin: 05 Hezîran 2016
ANKARA
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) yê Parlementoya Rêveberiya Herêma Kurdistanê (HK) Aydin Merûf diyar kir ku welatê li tirkmenan xwedî derdikeve bi tenê Tirkiye ye û wiha pê de çû: "Tirkiye ji bo tirkmenan war e, ji bilî vê Tirkiye ji bo mezlûman jî war e."
Merûf dema ku Rêvebirê Weşana Zimanên Dinyayê ya AAyê Mehmet Ozturk ziyaret kir pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê rewşa tirkmenên li HKyê da bersivand.
Parlementerê ETIyê Merûf ragihand ku alîkariyên TÎKA, AFAD û Kizilay dide tirkmenan li herêmê gelek in û tirkmen ji ber van alîkariyan Tirkiyeyê re spasdar in û wiha dewam kir: "Welatê ku li tirkmenan xwedî derdikeve bi tenê Tirkiye ye. Tirkiye ji bo tirkmenan war e, ji bilî vê Tirkiye ji bo mezlûman jî war e. Tirkiye li Rojhilata Navîn, li Iraq û herêmê welatekî girîng e. Hewcedariya Iraq û Bakurê Iraqê bi piştgiriya Tirkiyeyê heye. Em tirkmen piştgiriyê didin têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqa Bakur da pêk tên. Lewra dema têkiliyên Tirkiyeyê bi herêmê ra baş bin ev yek bi kêrî tirkmenan jî tê."
- "Tirkmen unsûrên sereke yên herêmê ne"
Merûf got ku ew dixwaze deng li hikûmeta nevandî ya Iraqê û HKyê bike û wiha dewam kir: "Tirkmen unsûrên sereke yên herêmê ne. Wezifeya serokomarî û alîkariya serokomar a li hikûmeta navendî ya Iraqê û him jî Serokatiya Rêveberiya Herêmî ya Iraqê û alîkariya serok teqez bidin tirkmenan, ev yek heqê tirkmena ye."