04 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
MÛSIL
Hêzên pêşmergeyan ên Herêma Kurdistana Iraqê di hefteya dawîn da li rojhilatê Mûsila di destê DAEŞa rêxistina terorê da gelek pêşva çûn.
Pêşmergeyên ku li rojhilatê Mûsilê pêşva diçin derbasî wî aliyê Çemê Zapa Mezin bûn û dûrahiya di navbera xwe û Hamdaniyyeya li ber devê Mûsilê daxistin 8 kîlomêtroyî.
Piraniya herêma Hazirê ya li rojhilatê Mûsilê ket destê pêşmergeyan û DAEŞa jî tenê bi wesaîtên bombarkirî êrîşan dike ku herêmên ji dest derketine bistîne.
Arif Teyfurê Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Hazirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê amade bin û di şer da bi ser bikevin li dijî DAEŞê êrîş dane destpêkirin.
Teyfur diyar kir ji ber ku herêma Hazirê nêzî Hewlerê ye hêzên xwe her dem zêde dikin û wiha got: "Ev ji bo Mexmûra ku li başûrê Mûsilê ye jî girîng e."
Wek mayîn Fermandarê Hêzên Taybet (Zêrevan) ê Wezareta Pêşmergeyan Serbaz Seyîd Hejar diyar kir ku li rojhilatê Mûsilê di navbera kozikên wan ên nêzî DAEŞê da 700 mêtro heye.
Hejar destnîşan kir ku milîtanên DAEŞê li deşta Mûsilê bi gelemperî bi şev bi wesaîtên bombebarkirî êrîşên xwekujiyê dikin.
Hejar diyar kir ku ji xeynî êrîşên xwekujiyê rê li ber milîtanan nemaye û got ku dizanin dema dev ji êrîş û çalakiyê berdin wê bên kuştin.