Abdullah Tel
04 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Gulan 2017
ANKARA
Parlamenterê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) li Parlamentoya Kurdistana Iraqê Aydin Marûf got: "Ajansa Anadoluyê him li herêmê bi giştî û him jî bi taybetî li herêma me, li Hewlêrê, li Kerkûkê her tim li cem mezlûmiyeta tirkmenan cih girtiye, hal û daxwazên tirkmenan gihand û digihîne çar aliyê dinyayê."
Aydin Marûf, Edîtoriya Beşa Kurmancî ya Ajansa Anadoluyê ziyaret kir, der heqê geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistana Iraqê da agahî dan Edîtorê Beşa Kurmancî Ramazan Toprak.
Parlamenterê ETIyê Marûf diyar kir ku Ajansa Anadoluyê, Kerkûk di serî da deng û xebatên tirkmenan ên li seranserê Iraqê digihîne çar aliyên dinyayê û wiha got: "Bi taybetî jî piştî êrişên DEAŞa rêxistina terorî ku di 2014an da dest pê kirin, Ajansa Anadoluyê him li herêmê û him jî bi taybetî li herêma me, li Hewlêrê, li Kerkûkê her tim li cem mezlûmiyeta tirkmenan cih girt, hal û daxwazên tirkmenan gihand û digihîne çar aliyên dinyayê."
Marûf, der barê mijarên rojevê da jî fikrê xwe anî ziman û îfade kir ku hebûna PKKya rêxistina terorî li Telafer, Kerkûk, Mûsil û Şengalê ji hêla aborî, siyasî, burokrasî û hemû aliyên din va ji bo Iraq û tirkmenan tehdîd e û wiha axivî: "Hebûna PKKyê li Şengalê hemû nijadên din jî aciz kirin û hemû dixwazin ku PKK demildest wê derê biterikîne."
- Aloziya ji ber daliqandina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê
Di berdewamiya axaftina xwe da Marûf Alaya Kurdistanê ku li Kerkûkê hatibû dalqandin û bûbû sedema qeyraneke siyasî jî bi bîr xist û wiha nirxandin kir: "Li Kerkûkê daliqandina alayê hemleyeke siyasî ye lewra hin aliyan bi vê yekê xwastin ku li wê derê têkiliya bi gelê tirkmenan ra xera bikin. Bi wê tevgerê xwestin ku fesadiyê bixin navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê û têkiliyan xera bikin. Armanc û hedefa wan eşkere ye."
- Referandûma serxwebûnê
Marûf bi gazin qala nêrîna ETIyê ya li hemberî referandûma serxwebûnê ya ku niha li Herêma Kurdistanê di rojevê da ye kir û got ku ji bo meseleyê heta niha kesî li deriyê wan nexistiye û wiha dewam kir: "Li herêma me niha her tim qala referandûmê dikin. Me heya niha ji bo vê yekê endam nedaye. Ev heyet ji endamên PDK, YNKyê pêk tê û ji bo meseleyê hemû partiyên siyasî ziyaret kirin lê tirkmen ziyaret nekirin. Nûnerên partiyên siyasî yên tirkmenan li ofîsa partiyeke siyasî ya tirkmenan kom kirin û em jî wek ETI li hemberî vê derketin û beşdar nebûn. Lewra protokol wisa nîne dema karê meriv bikeve ser yekî meriv diçe ber deriyê wî û di qada siyasî da ev wiha ne."
- "Em dixwazin hemû mesele bi aştî û aramî hel bibin"
Maruf diyar kir ku tirkmen ji bo Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê tehdîd nînin lewra ew dixwazin hemû mesele bi aştî û aramî bên çareserkirin û wiha axivî: "Alaya Iraqê çawa ku ji bo ereban pîroz e, ya Herêma Kurdistanê çawa ku ji bo gelê kurd pîroz e ya Turkmeneliyê jî ji bo tirkmenan pîroz e. Hemû mesele heke bi şirîkatî û li gor rê û rêzikên demokrasî û mafên mirovan bên nirxandin em hene. Divê mafê tirkmenan jî bê parastin. Lewra em li dijî wê siyaseta ku tirkmenan li derva dihêle ne û vê naxwazin."
Maruf bal kişand ser xebatên AAyê û got ku him li Tirkiyeyê û him jî li alema welatên tirk, Turkmenelî TV ji bo tirkmenan çi be AA jî xwedî heman qedr û qîmetî ye.
Beriya xatirxwestinê Maruf li ser navê Eniya Tirkmen û gelê tirkmen tabloyeke ji sifir a li ser "Qeleya Hewlêrê" hatiye neqişkirin ji bo AAyê wek diyarî da Toprak.