Hemn Baban
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
HEWLÊR
Hat îddîakirin ku ji ber bûyerên dawîn ên li deverên Kurdistanî û referandûma serxwebûnê Kurdan li cihên binîqaş bi taybet jî li Kerkûkê gelek deng winda kirine û li Kerkûkê bi tevahî dê 4-5 kursiyan bi dest bixin û 5-6 parlamenteran ji dest bidin.
Parlamenterê Bereya Tirkmen a Iraqê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Aydin Marûf, der barê hilbijartina giştî ya Iraqê de agahî dan peyamnêrê AAyê.
Marûf diyar kir ku ew wek Tirkmen li Kerkûkê li yek lîsteyê dikevin hilbijartinê û li bendê ne ku rêjeyeke baş bi dest bixin û nûnertiya Tirkmenên li Iraqê bikin.
Marûf got 70 namzedên wan li Iraq û Herêma Kurdistanê dikevin hilbijartinê.
Herwiha anî ziman ku ew li Kerkûk, Mûsil, Telafer û Hewlêrê jî çaverê dikin dengekî baş bistînin. Texmîna xwe jî wiha got: "Em çaverê dikin li Kerkûkê 3, Mûsilê 5, li Hewlêrê 1, li bajarên din jî 1-2 kursiyan bistînin. Texmîna me ew e ku li Iraqê jî 10 kursiyan bi dest bixin."
Wek din îdîa kir ku 12 kursî li Kerkûkê bi deng tên bidestxistin, Tirkmen 3-4 dê bi dest bixin û Kurd jî dê 5-6 parlamenteran winda bikin.