Türkan Tosun
19 Sibat 2019•Rojanekirin: 20 Sibat 2019
BEXDA
Di navbera Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) da ji bo ku herêmên ji terorê zirar dîtine bên nûkirin û xizmetên kamuyê yên kêm pêşva herin peymana piştgiriyê ya 41,5 milyon dolarî hat îmzekirin.
Ji bo îmzekirina peymanê li Wezareta Plankirinê ya Iraqê merasimek hat lidarxistin.
Wezîrê Plankirinê Nurî Natik Duleymî û Balyozê Iraqê yê NYyê Ramon Blecua beşdarî merasimê bûn.
Duleymî di merasimê da got piştgiriya NYyê ji bo xizmetê girîng e û bi vê piştgiriyê li Basrayê hin xebatên pêşketinê wê bên kirin.
Wezîr Duleymî ji ber piştgiriyê spasiya NYyê kir.
Balyozê Iraqê yê NYyê Ramon Blecua jî got bi vê peymanê va ew hewl didin aboriya Iraqê xurt bikin û derfetên îstixdamê yên nû derxin holê.
Blecua got bi saya vê piştgiriyê Basra û herêmên din xebat wê bên kirin, NY ne bi tenê ji bo herêmên ji terorê hatine xilaskirin, ji bo bajarên başûrê Iraqê jî piştgiriyê dide.
Li gor peymanê li Basra û Mûsilê cihên dîrokî û çandî yên ji ber terorê xisar dîtine wê bên nûkirin. Li gundên Mûsilê ji bo xebatên çandinî û xurek piştgirî wê bê dayîn, ji bo ku ciwan projeyên xwe bixin rewacê alîkariya wan wê bê kirin û ji bo wan derfetên kar ên nû wê bê avakirin.