Eniya Nusrayê ya ku li Sûriyeyê şer dike, hişyarî da komên mixalif ku di koalîsyona navneteweyî ya di serkêşiya DYAyê de cî negirin.
Fermandarên Eniya Nusrayê Mihemed el-Culanî koalîsyona navneteweyî wek "peymana şerê" bi nav kir.
Culanî wiha axivî: "Ez hişyarî didim koman ku di hevalbendiya şerê de cî negirin û serî li ber alema rojavayê netewînin."
- "Nusra wê bi derfetên xwe êrîşên xaçperestan ji Şamê biqewirîne"
Culanî di berdewamiyê de wiha got: "Alema rojavayê wê bedelê êrîşan bide û 100 sal paşve here. Nusra wê têkoşîna xwe ya li dijî rejimê berdewam bike û bi derfetên xwe êrîşên xaçperestan ji Şamê biqewirîne."