Balafirên şer ên aidê hêzên koalîsyonê ya din bin serkêşiya DYAyê de kozikên DÎŞIya rêxistina terorê yên li Girê Spiya (Tel Abyad) girêdayî bajarê Reqqayê xistin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistin, hêzên koalîsyonê êrîş birin li ser 3 cihên li Girê Spî. Hat ragihandin ku êrîşan birin li ser herêmên ku wir refîneriya neftê heye.
Dûmana ku piştî êrîşa ji hewayê bilind bû ji navçeya Akçakaleya li ser sînora Sûriyeyê jî hat dîtin.