29 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku milîtanên DAEŞa rêxistina terorê yên êrîşî Tel Abyad ya ser sînorê Sûriye-Tirkiyê ya ku di bin kontrola hêzên PYDya baskê PKKya rêxistina terorê de ne kirin ji rojavayê Feratê û başûrê navçeyê ketine herêmê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda li Tel Abyad (Girê Spî) ya navçeya Reqaya eyaleta Sûriyeyê şer û pevçûna di navbera milîtanên DAEŞ û PYDya rêxistinên terorê didome de ber bi dawîbûnê ve diçe. Lewra ji DAEŞê nêzî 50 milîtan hatin kuştin lê niha di navbera herêma navenda navçeyê û gundê Arûzê û bajaroka Sûlûkê û Hamamturkmenê de dengê gule û teqînan hê jî car caran tê.
DAEŞê şeva êvara şemiyê ya ku agirbesta demkî ketibû rewacê û pê tê hêvîkirin li Sûriyeyê şer bi dawî bibe êrîşî ser navçeya ku nêzî 8 mehan e di bin kontrola PYDê de ye. Rêxistinê di demeke kurt de nêzî nîvê navçeyê dagir kir. Li ser şer û pevçûnên tund û bi alîkariya bombekirina balafirên hêzên koalîsyonê ku birin ser cihên DAEŞê, PYD careke din bi ser ket.
Rêvebirên PYDê li hemberî êrîşa ku DAEŞê ji nişka ve bir ser wan li ber xwe nedan, îdia kirin ku milîtan ji aliyê sînorê Tirkiyeyê derbasî navçeyê bûne.
Çavkaniyên herêmî jî diyarkirin ku milîtanên rêxistinê ev nêzî mehekê ye ji herêma Şêx Hesen a di bin kontrola DAEŞê de ye hêdî hêdî derbasî rojavayê çemê Feratê û bajaroka Eyn Îsaya li başûrê Girê Spî ye bûne. Çavkaniyan wiha dewam kir: "Êrîşa rêxistinê ne karê rojekî du rojan e. milîtanên DAEŞê ev demeke dirêje qefle bi qefle ketin herêmê. Çawa ku li Kobanê endamên wan ên kurd hebûn li Girê Spî jî heman rewş qewimî." Hat gotin ku DAEŞ ji bo vê êrîşê ji mehekê zêdetire amadehiyan dike.
Di meha hezîrana par de PYDê bi piştgiriya hewayî ya DYAyê ve navçeyê ji DAEŞê sitendibû û paşê jî gelek ereb û tirkmenên li vê derê mecbûrî koçê kiribû. Rêxistina Efûyê ya Dinyayê jî di rapora xwe ya ku di 13ê cotmeha 2015an weşand de bal kişand ser vê yekê û ragihand ku PYD li bakûrê Sûriyeyê mafên mirovan binpê dike.