Netanyahu got, ew ê di belavkirina çekan a li Îsraîliyan da berdewam bin

Quds
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir, ew ê çekdarkirina Îsraîliyan bidomînin ku piştî 7ê Cotmehê lezandibûn.
Netanyahu der heqê êrîşa li Qudsa Rojhilat a kuştina 3 kesên da li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî da.
Netanyahu diyar kir, êrîşkarên li Qudsa Rojhilat bi destê 2 eskerên Îsraîlî û sivîlekî hatin berterefkirin û wiha got, "Hikûmeta bi serokatiya min dê berfirekirina belavkirina çekan a li gel bidomîne."
Li Qudsa Rojhilat vê sibê di êrîşa biçek da 3 Îsraîlî hatibûn kuştin, 3 kes jî xedar birîndar bûbûn.