Dinya

Blinken got ku ew ê li ser nexşerêya ji bo Xezeyê diyalogê digel Îsraîlê bidomînin

Mustafa Deveci  | 30.11.2023 - Rojanekırın : 30.11.2023
Blinken got ku ew ê li ser nexşerêya ji bo Xezeyê diyalogê digel Îsraîlê bidomînin

Quds

QUDIS (AA) - Wezîrê Karên Derva yê DYAyê Antony Blinken got ku ew hêvî dikin "navberdayîna mirovî" ya bi Hemasê re bidome û ew ê li ser nexşerêya ji bo Xeta Xezeyê diyalogê digel hikûmeta Îsraîlê bidomînin.

Blinken ku di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de hat Îsraîlê ji aliyê Serokomar Îshaq Herzog ve hat pêşwazîkirin.

Herzog di daxuyaniya xwe ya beriya hevdîtinê de diyar kir ku ji bo berdana dîlên di destê Hemasê de xebat didomin û ji ber piştgiriya di vê pêvajoyê de spasiya DYAyê kir.

Blinken jî anî ziman ku bi saya peymana berdêlîkirina dîlan a di navbera Îsraîle û Hemase de, girtî jinûve gihiştin malbatên xwe.

Wezîr Blinken bal kişand ser wê yekê ku lihevkirina ku pêk hatiye ji bilî berdana dîlan rê dide ku alîkariyên mirovî bigihêjin Xeta Xezeyê.

Blinken wiha pê de çû:

"Ev pêvajo encaman bi dest tîne. Ev girîng e û em hêvî dikin ku ev yek berdewam be. Di heman demê de ez li bendê me ku bi awayekî berfireh gotûbêjên bi hikûmeta Îsraîlê re yên li ser nexşereya ji bo Xezeyê dest pê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın