Türkan Tosun
12 Tebax 2018•Rojanekirin: 13 Tebax 2018
QUDS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxuyand ew li ser Xeta Xezzeyê agirbesteke tam dixwazin.
Netanyahu di civîna beriya kabîneyê de axivî û behsa agirbesta demdirêj a dibe ku di navbera Hamas û Îsraîlê de çêbibe kir.
Netanyahu got der barê rewşa Xezzeyê de plana wan amade ye, lê ewê vê planê eşkere neke û wiha axivî: "Armanca me ew e ku welatiyên me yên li başûr jiyaneke aram bijîn. Emê bigîhîjin vê armancê."
Der barê îhtimala agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de jî Netanyahu wiha got: "Di vê mijarê de tevgera me eşkere ye. Em agirbesteke tam dixwazin, em nikarin kêmasiyê qebûl bikin."
Serê vê mehê hin nûçe hatibûn weşandin û hatibû gotin bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Misirê ve hevdîtin tên kirin ku di navbera Hemas û Îsraîlê de agirbesteke demdirêj çêbibe.
Rayedarekî ji Hemasê yê ku nexwestibû navê wî bê eşkerekirin ji nûçegihanê AAyê re gotibû muzakereyên di navbera Hemas û Îsraîlê de wê heta dawiya mehê temam bibin.